Di 6’ê pûşpera 1981’ê de ji gundê Keleha Pozreşa ku girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye ji dayik bû . Dibistana seretayî, navîn û amedehiyê li Dîlokê xwend.
Di sala 2006’an de li Zanîngeha Sakaryayê, Beşa Mamostetiya Tirkî xelas kir. Di 2015’an de li Zanîngeha Dîlokê, li ser beşa Zanistên Perwerdehiyê lisansa bilind qedand. Di sala 2016’an de li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê li ser beşa Çand û Zimanê Kurdî lisansa bilind xelas kir. Li Dîlokê di dibistaneke navîn de mamostetiyê dike.
BERHEM:
Aram, Helbest, Weşanên Name, 2018