Orhan Kotan

Jiyana Orhan Kotan

Orhan Kotan (* 1944 – 1’ê tîrmehê 1998) siyasetmedar û nivîskarê kurd bû. Kotan serokê DDKO bû.

Orhan Kotan, sala 1944’î de li Milazgira a Mûşê hatiyê jiyanê. Perwerdeya xwe ya seretayî û navendî li Kurdistanê bidawî dike. Piştre diçe Enqerê û di Fakûlteya Ziman-Dîrok û Erdnîgariyê de dixwîne.

Bi bidawîkirina perwerdeyê re dikeve nav tevgera Dr. Şivan. Sala 1974’î de tevlî nava refên DDKOyê, di heman demê de jî ew û hevalên xwe Weşanxaneya Komal dadimezirînin û dibe berpirsîyarê wê.

Sala 1976’î de tev li lijneya nivîsarên Rizgarî (kovar) dibe û dibe teorîsyenek Rizgarî (tevger)ê. Her ew salê li Enqereyê tê girtin û heşt mehan di girtîgehê de dimîne.

Sala 1980’î, beriya cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê ji welat derdikeve û diçe Ewropayê.

Li Ewropayê weşanxaneya Dengê Komal û Yekîtî (kovar)ê organîze dike. Di damezirandina Partiya Rizgariya Kurdistanê de cihdigire û redaktoriya Kurdistan Pressê dike. Heman salê, bo cara yekemin bi navê xwe dest bi nivîsandinê dike.

1991’î de ji partî û hevalên xwe vediqete. Di tîrmeha 1998’î de hezkiriyên xwe li pey xwe dihêle û jiyana xwe jidestdide.

Berhem

  • Gururla Bakıyorum Dünyaya Çapa 1., 1975, Weşanên Komal Stenbol – Bi serbilindî li cîhanê dinêrim
  • Sancı Çapa 1. 1984, Dengê Komal Stockholm – Azar
  • Bi Serbilindî Li Cîhanê Dinêrim (Werger:Bedîrxan Epözdemîr) , Çapa 1. Adar 2003, Weşanên Afîş Medya Hollanda

Girêdanên derve

  • Gotareke ser Orhan Kotan ji gelawej.org

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !