Jiyana Pîrhat Amed

Di sala 1982’yan de, li navçeya Licê,li gundê Firdewsê ji dayik bûye. Di sala 1988’an de malbata wî ji ber zilm û zora li ser wan neçar dimînin koçî Amedê dibin. Zarokatiya Pîrhat Amed li kolanên Amedê derbas dibe.

Dibistana seretayî û ya navîn li Amedê li taxa Şehîdlixê dixwîne, lê nadomîne. Piştî dev ji dibistanê berdide, berê xwe dide metropolên Tirkiyeyê û li wan deran dixebite. Li Stenbolê 3 salan dixebite.

Di sala 2011’ê de kekê wî Felat, li Çewlikê di şerekî çekdarî de jiyana xwe ji dest dide. Piştî wê, ew jî di 30’yê Rêbendana 2006’an de tevlî nava refên Tekoşîna Azadiyê dibe. Pîrhat, 8 salan li Başûrê Kurdistanê di nava xebatan de têdikoşe. Piştî ku ji Akademiya Mahsûn Korkmaz mezûn dibe, derbasî qada Bakurê Kurdistanê dibe. Di çalakiyeke çekdarî de di 2’yê Berfanbara 2012’an de li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dide. Ev berhema ber destê we berhema tekoşeriya wî ye.

BERHEM:

Ne Cih E Ne Jî War E, Helbest, Weşanên JJ, 2015

 

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !