Reşê Sevik

Jiyana Reşê Sevik

Reşê, li Amedê bûye, dibistanê li Amedê xilas kiriye. Dibistana bilind beşa Radyo û Televizyonê xilas kiriye. Bi karê edebiyat, şano û sînemayê re mijûl e. Dayîka Stran û Salar e.

Berhem:

* Senfoniya Xewn û Xeyalan (Helbest), J&J | Amed – 2019

EZ DAYIK IM

Ka, ez ê li kîjan çîyayî biqîrim,

Dengê xwe bigîhîjînim kî,

Ka ez ê, bibim qêrîna kîjan dayîkê?

Ka ez ê, kîjan lorîkê bilorînim?

Ka ez ê, destê kîjan kec û xortê Kurd hine bikim?

Ka ez ê, birîna kîjan birîndarî derman bikim?

Ka ez ê, dilê kîjan evîndarî hêsan bikim?

Ka ez ê, bigîhîjim hawara kîjan egîd û mêrxwasî!

Ji min re dibêjin tu kî yî?

Ez! Ez keç im! ,

Ez bûk im! , Ez jin im! ,

Ez dayik im! , dayik,

Dayikek bênav,

Bi zimanê min millet tên nasîn,

Welat ava dibin.

Ez dayik im! , dayik! .

Dayikek bênav!

Di welatek qaşo bênav de,

Dayikek bê welat im.

Dayika welatek bê xwedî û Xweda me.

Di welatek qaşo, bênav de,

Dayikek bê welat im.

16. 02. 2011

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !