Mihemed Hemo

Jiyana Mihemed Hemo

Mihemed Hemo , Yekê meha Avdarê, li gundê Şîtka, bi ser devera Ҫiyayê Kurmênc (Efrîn)ê ve ye, ji dayikê bûye.

Ji damezrênerê koma Xanî ya wêjeya û çanda kurdî û koma Şanoya Armanc ya hunera kurdî ye, Mihemed Hemo bi helbest û şano û çîrokên zarokan dest bi nivsê kiriye, li destbêkê wî berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî de belavkirin e, nemaze kovara aso û Stêr de.

Ji bilî wê jî Mihemed hemo di xortaniya xwe de, bi serkeftî pêşkşkariya Ahengan dikr
Mihemed Hemo di destpêka salên nodî yên sedsala borî de, li Helebê li gel hevalekî xwe yekemîn pirtûkxaneya kurdî bi nave Xanî û dû re jî pirtûkxan Bedirxan bi serê xwe vekirî, û ji ber vê yekê jî hêzên ewlekariya rijîma Sûriyê gelek caran ew zîndan û îşkence kirî.

Loma ew neҫar bû ye ku berê xwe daye Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî karê rojnamevanî kirî Li Kudsat tv çendîn pirogiram amed û pêşkêş kirin e. Li wîzareta Roşanbîrî bûye pisporê zimanê Kurdî beşê Latînî, yekem beşê latînî di Kitêbxaneya qiştî ya Silêmanî de damezirandî.


Pênc berhevokên wî yên helbestî û şanoyekê bi navê Çivata kulîkan çap bûn e. Ev şano sala 2000ê bo zimanê firansî hatiye wergerandin, û li çend bajarên Firansa hatiye Nimayşkirin.
Mihemed Hemo pir alikariya kovar, rojneme û malperên Kurdî kirî
Di sala 1996 ê de Xilata Çêrokê yekim ya Koma Xanî ya wêja û çand Kurdî girtî.


Sala 2000 î bi xelata Mihrîcana cigerxwîn ya helbest Kurdî rêz lê hate girtin.
Niha li bajarê Hewlêrê Xudiyê Senter a Hemo ya Roşanbîrî û Keleporî ye.
Mihemed Hemo Endamê Tevgera Aşitiya navxoyî ye.

Berhemên wî ev in:
1) Civata Kulîlkan Şano ya zarokan, bi Kurdî 2004 Beyrot -weşana wê bi zimanê Firansî 2000 Li Firansayê bajarê Rimsê.
2) Seyrana dil, di şîna evînê de – Helbest. Sala 1997ê ji çapa weşanên kitêbxana Bedirxan – Heleb derçûye.
3) Di bin dilovaniya jiyanê de – Helbest. Sala 1999ê ҫap bûye,ji weşanên kitêbxana Bedirxan-Heleb. Helbestvana Kurd Semîre Şebab (Axîna Welat) ew berhevoka Mihemed Hemo wergerandî zimanê Erebî.
4) Di kûrahiya vê riyê de – Helbest. Sala 2004ê li bajarê Silêmanî yê Li dezgeha çapemeniya Xak hatiye ҫapkirin û belavkirin.
5) Helbeststirana gulên mûmdankan – Kurthelbest. Li Silêmanîyê sala 2008ê li ҫap yad ji aliyê Dezgeha Sema ya Roşanbîr û hunerî ve li welatê Dubey hatiye belavkirin.
6) Kenê girînokî
Çîrok, Sala 2013ê li Silêmanîyê ji aliyê Dezgeha roşanbîrî ya Cemal Îrfan ve hatiye çapkirin û belavkirin.
wergera Kenê Girînokî ya Erebî, di sala 2017ê de bi alikariya wezareta Roşanbîrî û lawan li Hewlêrê hatiye çapkirin.Wergervan Azad Ukaş.

1)
Gunehkarî
Gunehkarî ya mezin
ku merov
serê gulekê jê bike

Gunhekariya mezintir ew e,
ku merov
rojê gurzek gul
dîyarî Yara xwe neke …!!

2)
Birîn

Ger birînên evîndaran
bi derziyên tîrêjên
çavên hev
neyên benckirin
û
bi ramûsanên hevdu
neyên durûtin ??
Hekîm û nijdar
wê çi çarê
lê bikin ?!

Beyrot 2000

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !