Şamî Kirmaşanî (Şahmurad Mustaq Kirmaşanî), helbestvanekî kurd e.
Şamî di sala 1889an de li gundekî nêzîkê bajarê Kirmaşanê ji dayik dibe. Di zarotiya xwe de ji roniya herdû çavên xwe dibe. Herhal gava ku ev dibe 3-4 salî bûye: Henûz neşnasûm çep we rasi dest – min hê nizanibû destê çep û rast jihev veqetanda. Ev bûyera xemgîn mijara helbestên Şamî ye. Helbestanvanên kurd Mîrza Elmas Xan, Xûlam Riza Lûr û Seyid Silahbestlêhatên Şamî bû ne.
Helbestên Şamî yên bi zaravaya kelhûrî ji aliyê nivîskarê kurd Hejar Mukriyanî hatin berhevkirin û bi navê Çepikê Gull ve hatin weşand.