Di sala 1955’an de li Mêrdînê li gundê kelha newala Bûnisra hatiye dinê. Ji malbateke gundî ne, pênc xwişk û pênc bira ne.
Malbata wî ji berê ve ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê bi penaberî hatine. Li malbatê bi tenê ew dixwîne, xwendina xwe hinekî li kelehê û Nisêbînê dixwîne hinekî jî li Farqîna Amedê dewam dike.
Di jiyana xwe ya dijwar de 18 caran tê girtin. Piştî gellek salên mamostetiyê di sala 2011’an de teqawît dibe. Sê keç û du kurê wî hene. Ew bi çil hevalên xwe re li Bakur partiya PDK-T’yê dadimezrînin. Şeş pirtûkên wî yên Kurdî û çar pirtûkên wî yên Tirkî hene.
BERHEM:
Yên Kurdî:
Kezîzera Min, Weşanên Dîclem Sahaf
Zeriyê Warê Min, Weşanên Dîclem Sahaf
Gaziya Min Qêrîna Min e, Weşanên Dîclem Sahaf
Xewna Min, Weşanên Dîclem Sahaf
Nû Şîn Bûm, Weşanên Dîclem Sahaf
Tu Pilpizek’kî, Weşanên Dîclem Sahaf
Yên Tirkî:
Kaleden Özgürlüğe Sesleniş, Roman, Weşanên Arı Sanat Evi
Haran’da Saklıdır Aşkım, Weşanên Arı Sanat Evi
Haykırışlarım Şikayetlerimdir, Weşanên Arı Sanat Evi
Doğu Güneşi Sevdam, Weşanên Arı Sanat Evi