Jiyana Topal Osman

Jiyana Topal Osman

Topal Osman ya Yarbay Topal Osman Ağa (z. 1883, Giresun – m. 2’ê avrêlê 1923, Enqere) yek ji xwînrêjên mezin ên di dawiya Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê de xwedî erkên mezin e.

Têkiliya wî bi serokê tevgera netewî ya Tirk Mustafa Kemal Atatürk re çêdibe û heya dawiya jiyana xwe di bin fermandariya Atatürk de dixebite. Beriya ku bi Atatürk re bixebite, di bin fermandariya Talat Paşa de di Komkujiya Ermeniyan de cihdigire. Herwekî fermandariya Komkujiya Pontûs û Grekan ên ku li Anatoliya mane dike. Bi hezaran Pontûsan dikuje.

Topal Osman di Komkujiya Qoçgirîyê de jî cih digire. Bi hezaran Kurdên bêguneh dikuje. Serê serokên tevgera netewî ya Kurdan Elîşêr Beg û hevalên wî jêdike û ji Atatürk re diyarî dike. Topal Osman dibe navê hemî xirabiyan. Komara nû ya Tirk hemî karên xwe yî kirêt û tarî bi destê wî dike. Di 2’ê avrêla 1923’an de bi fermana Atatürk tê kuştin û meytê wî li baxçeyê qesra Çankaya ku niha serokkomarê Tirkiyê li wir e tê veşartin. Tê gotin ku Atatürk ji pêşketina wî tirsyaye.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !