Xelîlê Çaçan Mûradov (11’ê çileya paşîn 1924 – 13’ê çiriya paşîn 1981) rojnamevan û nivîskarekî kurd e.
Xelîlê Çaçan berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê bû. Ji 58 salên jiyana xwe wî 24 salan serokatiya radyoya kurdî kiribû. Bi saya welatparêzî û xerîbdostiya serokê radyoyê, gelek kurdên ji welatên derve û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Xelîlê Çaçan merd-merdane stranên kurdî dida kurdên Kurdistanê û bi wê yekê karekî mezin dida şuxulê propagandakirina hunermendiya kurdî ya dengbêjîyê.
Xebatên malbata Xelîlê Çaçan
Bermaliya wî Eznîva Reşîd ji sala 1955’an ji destpêkê hetanî sala 1982’an peyvkara (spîkêr) radyoya kurdî bûye. Kurê wî Têmûr rojnamevan e. Bêtirî 20 sala di rojnamên Riya Teze û Dengê kurd (“Golos kurda”) û radyoya kurdî ya Yêrîvanê da kar kiriye, endamê Yekîtiya Rojnamevanên Moskowê e. Keça Têmûr Mîdiya, keça kurda ya yekem e, ku fakûlteya rojnamegeriyê ya Ûnîvêrsîteya Moskowê ya dewletê xilas kiriye. Gotarên wê di rojnamên Dengê Azadî, Armanc, Riya Teze, Sûdarûşka (bi rûsî, li Moskowê) û ciyên mayîn da çap bûne. Bi tevayî çar kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonel 80 sala xizmetî çand û edebiyata kurdî kirine, gelek nimûnên folklora me ji windabûnê parastine.
Cegerxwîn – Hozanê kurda yê mezin
Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan – wî peyayê payebilind – xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe. De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike. [çavkanî pêwîst e]
Mistefa Barzanî – Lîderê kurdan
Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e. [çavkanî pêwîst e]
Qanatê Kurdo – Profêsor, kurdzanê navdar
Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû. [çavkanî pêwîst e]
Heciyê Cindî – Profesor, folklorîst
Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 5 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jiya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir. [çavkanî pêwîst e]
Wezîrê Eşo – Nivîskar
Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata kurdî bi herfên zêrîn hatîye morkirinê. [çavkanî pêwîst e]
Mehmed Emîn Bozarslan – Lêkolîner û nivîskar
Mirin ya hemû mirovane. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirîye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin. [çavkanî pêwîst e]
Emerîkê Serdar– Berpirsyarê rojnama “Rya teze”
Ji wan 1400 sitiran û miqamên kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî. [çavkanî pêwîst e]
Fêrîkê Ûsiv – Helbestvanê navdar
Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê. [çavkanî pêwîst e]
Baxçoyê Îsko – Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Gurcistanê.
Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, wî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digeriya, gotin û sitiranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket. [çavkanî pêwîst e]
Medoyê Elî – Nivîskarê kurd ji Qazaxistanê
Ez ji navê kurdên Qazaxistanê û Asiya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgîniya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:
De xatirê te, lawê kurdayî qenc û delal,
Te sefera xwe xilaznekirî gihîştî li mal,
Zû-dereng emê bi tera bibin heval,
Bira kevirê gorê ji tera bibe belgiyê berpal.
Çerkezê Reş – nivîskar û helbestvan
Dû mirina Xelîlê Çaçan ra helbestvanê bi nav û deng Çerkezê Reş ji bo bîranîna wî helbesta “Zar-zimanê min nagere” nivîsî ji bo stranê û sazbend Xelîlê Evdile jî mûzîka wê çê kir.
Zar-zimanê min nagere…
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo…
Hey wayê, hey wayê, hey wayê, lê xweyo…
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wa nabe,
Tu qarî dijmin ra mêrkîmî cî rabe…Wax cînarno, zarê min nagere-ez vê sibê heydadê,
Dost-pismama, xêrxaza, kinêza daxim, di riya xwedê,
Ezê çawa elamkim-bavê min ji dinê xeyîdî, xeyîdî…
Dil lê mayî-pişta xwe wê da-çû îdî, çû îdî…Ezê pirskim ji teyra: çerxa me çima çep dizivire,
Qoçfelekê çima ji hev qetandîye destê bav û kure,
Xêra mala xwedê ra, bira cab bela bûya hewatê, hewatê…
Heta mêrê olimê bihesiya cegera şewatê, şewatê…Çiyakî mîna Girîdax ça hat xwarê,-ewir giryan,
Tilî-pêçiyên ser kaxez-devtera, gidîno, min biryan,
Ezê rabim cabekê bişînim wan kewên gozel ra, gozel ra…
Bira lez bên, beyta dil bixûnin mêraniya enzel ra, enzel ra…Recadarim qulingno, hûn zanin riya geliyê Lalişê,
Kaniya Sipî peya bin, çilke av ca bînine vê hewşê,
Rêva çaxê ber perê esmana hûn sekin kurmancî, kurmancî…
Ax, bawerkin, wekî hê ew Xelîle ser kaniyê duaçî, duaçî…
Hmayak Manûkyan
Hevalê Xelîl yê ermenî Hmayak Manûkyan, ku helbestvanekî navdar e, ev helbesta xwe bi zimanê ermenî li goristanê xwend. Paşê Fêrîkê Ûsiv ew wergerande kurdî.
Me tu dispartî ax-bera, Xelîl,
Pêşberî Elegezê kaw-kubar,
Gişka dikirin şîn-girî, nalîn,
Kerba birîna te ya dilxedar…Nermebayê wî Elegezê te
Digiriya, ser te dikir lûve-lûv,
Bira û pismam, kes-kinêzên te
Ji siya ser te mabûne miqûf.Xweliya yêr-misken te ra bû bêşîk,
Elegez dayka, ku dike lûrîn,
Mirina te bû kul, derd û dilêşî,
Xelîlê minî aqilî nûrîn.Tu çûyî gorê bi rêke kese,
Dilê te ne bir derd û kulê behr,
Tu bûyî xudêdakî terr-teze,
Li dû xwe hîştî zuret û devter.Qisa min tev te ret nabe tu car,
Dilê min da bûye dimîm û delîl,
Geş û genc bûyî, bi dil û dîndar,
Lema em ser te dinaliyan, Xelîl…
Berhemên çapkirî
Heta niha ev pirtûkên Xelîlê Çaçan çap bûne:
- Klamên Cimaeta Kurdan, 1963
- Du Poêm (Destanên Zambîlfiroş û Memê û Eyşê), 1965
- Qisên Cimaetê (Nimûneyên Zargotinê), 1969
- Moriyê Nenê (Kurteçîrok), 1976
- Benê Min Qetiya, Weşanxaneya Doz, 2007
- Cewahirên Kurdî, (Folklor) Weşanxaneya Lisê, 2010
Çavkanî
- Malpera nivîskar
- Antolojiya çîrokên kurdî I-II. Amadekar: Firat Cewerî
- Wezîrê Eşo