Di sala 1974an li gundê Kassanê ser bi bajarê Dêrikê ve li Sûrî ji dayik bû. Xwendina xwe ya destpêkî li gund bi dawî anî. Xwendina xwe ya amadeyî û navendî li Dêrikê bi dawî anî û xwedî sê bawername yên bekaloriya ye li 1991, 1992, û 1993.
Çûyê Kûlîja Nûjdarî (bîjişkî) ye li Zankoya Duhokê li Kurdistana başûr li sala 1999-2000.
Hilgrê bawernameya bakalurîûs bi nûjdariyê û neştirgeriya giştî (MBCHB).
Endamê Sendîka PizîŞkên Kurdistanê li 2001
Nûjdar li Xestexaneya Azadî li Duhokê.
Li sala 1993 derbasî Kurdistana başûr bûye bo xwendinê piştî cihek wergirtî bo xwendina Nûjdariyê li Zanîngeha Duhokê bi pesendkirina PDK.
Jiyana Rewşenbîrî
Yekemîn helbestê xwe di sala 1992an de nivîsand. Çend gotar û helbestên xwe yên kurdî û erebî di kovar û rojnameyên wek Jiwan, Xebat, Metîn, Birayetî, Gazî, Peyman, Gulana Kurdî, Gulana Erebî, Ronak, Nûjdar, Xebata Qûtabiyan, Dengê Zanko,Alhuda, Alîtîjah Alaxir, Teşrîn, Azadiya Welat û her wiha di malperên weke Tirbespî, Efrîn, Avestakurd, Mehname, Agirî, û Heyîv de weşand.
4. Berpirs û Amadekarê Belavoka RONAK ya Saxlemî û rewŞinbîriya giŞtî li Kûlîja Nûjdarî li Zanko ya Dohukê 4 Jimare bi 12lapera derçûn.
5. Berpirs û Amadekarê Belavoka NUJDAR li Fîstevalên Zankoya Dohukê 2 Jimare bi 32 lapera derçûn.
6. Amadekar di belavoka Dengê Zanko de.
7. Amadekirin û belavkirna Pertukên Şehîd Azad Dêrikî -Bajarên Kurda bi zimanê erebî -Çerxên berî dîrokê di welatê dinavbera herdû avan de bi zimanê erebî.
Berhemên Wî yên Destnivîs
- Hemesat ala atabat-lî-AZAD DÊRIKÎ Helbest bi zimanê erebî .
- Dilber û Dilbixwîn Helbest bi kurdî.
- Jiyana min di Kurdistana Başûr da (Çar Pirtûkên Biçûk)