Kurdên Fransayê, hejmara wan nêzî 150.000 e. Ev di nav diyaspora kurdan de duyem mezintirîn hejmar e. Kurdên Fransa di 1960an de ji Tirkîyê, 1980an de ji Îranê, di 1990an de ji Iraqê û van çendan de jî ji Sûrî koçber kirine.
Pirraniya vê gelê ji Bakûrê Kurdistanê; ji bajarên wek Dêrsim, Agirî (bi taybetî ji navçeya Zêtka), Erzirom, Muş, Elbistan, Markaz (Pazarcik) û Depê (Karakoçan) ne. Bi pirranî elewî ne, lê ê sunnî û êzîdî jî hene. Gelemperî di Île de France (Paris), Alsace (Strazbourg), Gironde (Bordeaux), Provence-Alpes-Côte-d’Azur (Marseyl) de dijîn.
Kom û komeleyên kurdan a fransa gelek pir û girîng in. Ê herî girîngtir Enstîtûya Kurd a Paris e. Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û Association Franco-Kurde pour l’Ouverture Culturelle (AFKOC) jî gelek berçav in. Li Marsêy bi navê Mizgefta Feqiyê Teyran mizgeftekî kurdan jî heye.
Bernamegeh / bernamegeh@gmail.com