Meftune çawa tê çêkirin

Meftunemeftûne cure xwarineke quşxaneyê ji pêjgeha kurd û gelên cîran e.

Ji ber ku bêjeya “meftûne” tê wateya dildayînê, ev xwarin bi qasî dildayînê hatiye hezkirin. Bi taybetî li Amedê gelek hez jê tê kirin.

Berkelî

  • 750 gr goştê sor
  • 4 serî bacanê reş (bacanreşk)
  • 4 serî frrengî (pamîdor, bacanê sor, şamî, şamik, tomatos)
  • 4 serî îsot
  • 2 kevçî simaq
  • 4 serî sîr
  • Rûnê ron (gulberoj aêd)
  • Av
  • Xwê
  • Biharbêhn (biharat) li ser daxwazê ye

Amadekirin

  1. Rûnê xwe berdin quşxane yan beroşa xwe û biqelînin. Dema baş qeliya heya ser goşt bigire avê berdinê. Bi vî awayî heya ava xwe kişand bikelînin.
  2. Bacan, fireng û îsota xwe tîke bikin berdin ser goştê xwe. Hinekê avê berdin ser û ava darivandî ya simaqê jî pê re. Xwêya xwe bavêjinê û bikelînin. Ber bi dawîbûnê re sîra kutayî tevlî bikin û hinekê wisa bidin rawestandin. Êdî amade ye were ser destexaneyê.

Lê Binêre

Hinek leyîskên kurdan ên kevnar

Mehmet Gur Kerkê kerajoyê Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !