Li Ber Tava Berojkan – Mervan Serhildan

       Hêvî, bi tena serê xwe jî di gelek rewşan de hîs û hestên şênber diafirîne. Dilê şênber bi kelecan davêje, di nav rengîniya keskesorka asîmanên xwe re li cîhanê dinêre. Kurtejiyana xwe bi xewn û xeyalên kesk dixemilîne. Ji awirên çavan hêvî diçûrise; ji dev û lêvan bendewarî dibare. Xwedîhêvî; di dîlan û dawetan de jî, di pêşwaziya kul û keseran de jî her tim erêniyekê ji bin paxila xwe derdixe… Kêlî bi kêlî kêfê diqewitîne, jiyan ewqasî pê xweş e. Herî pir ji berojkan hesdike. Dema çavan li hawirê digerîne, li derdora xwe gelek kesayetên wekî xwe dibîne. Jiyan li ber tava berojkan dibihure, ne xem e… Piçekî bêkêr e, xemsar e, tebat e, bêmecal e; lê ne li ser balê ye. Lewra ew, terciheke takekesî bi rê ve dibe; belkî ewqas berxwedêrî jî têra wî dike û aramiya ku lê digere li ber tava berojkan dibîne. Çi yê kê jê ye; bi peyv û qirareke takekesî, çarenûsa xwe bi sir û razên nepenî, bi hêvî û bendewariyên efsûnî ve girêdide. Ma berojk ne berojka mala wî ye?!.

            Ev rewş û pîvanên takekesî, gelo li ser dika ‘çarenûsa neteweyî’ jî derbasdar in?  Gel û netewe li ber tava berojkan, bi hêvî û bendewariyên razber gelo azad dibin, an jî bûne? Nexwe, riya azadî û serfiraziya gelî û neteweyî çi ye? Di navbera jiyana takekesî û jiyana neteweyî de gelo cudahiyeke çawa heye?..

            Tê zanîn ku gel û netew bi enerjiya kes û komekê tenê azad û serbixwe nabin. Di riya azadî û demokrasiya gel û neteweyan de ked û xebata gelek kes û koman pêwîst e. Ji vê pêdiviyê wê de, tomarkirina tevahiya enerjiya kes û koman jî divê. Herwiha di dezî û tevnên welatê mazlûm de bi ristina ev enerjiya tomarkirî, afirandina sînerjiya gelî û neteweyî jî ferz e. Domdarkirina ev çerxa sînerjiyê û ahengsaziya tevahiya kar û xebatên azadî, demokrasî, federalî û serxwebûnê jî, pêdiviyeke ewqasî jiyanî û çarenûsî ye… Her kî, her kîjan partî, sazî û rêxistin li ser dika azadî û serfiraziya gelê kurd xwedî îdia ne, (bêyî ku hevdu wê de bidin, bêyî ku gotinekê kategorîze bikin û wekî amûra reşkirina partiyekê bi kar bînin, bêyî ku pevkevin…) divê bersiva van pirsan bibînin. Bêguman nivîskar, hunermend, rewşenbîr û welatparêzên kurd jî, ji vê peywirê ne bêrî ne; divê ew jî rol û mîsyona xwe bi cih bînin…

            Ger hûn bibêjin “Gelo tu çi dihizirî?”, bersiva min ev e: Pêdiviya kurdan bi stratejiyeke neteweyî heye. Cewhera yekitiyeke domdar û hêvîwar ji stratejiya neteweyî dadiwerive. Lê stratejî; ger li ser stûna rêgezan rûne, ger tevahiya baskên siyaseta kurd hembêz bike û vehewîne, ger nirx û normên civakê misoger bike, herwiha ger çawaniya têkiliyên navxweyî û navneteweyî bi zelalî nîşan bide, hingî dibe ‘stratejiya neteweyî’. Ango dema yekitî hat niqaşkirin, divê hemû baskên siyasetê, bêyî şik û guman hem mafên xwe, hem peywirên xwe û hem jî berpirsiyariyên xwe zanibin. Ger yekitî li ser muktesebatekê rûnene, di kîjan qadê de (çi ziman, çi siyaset, çi jî çand û aborî) dibe bila bibe ji birînên neteweyî re nikare bibe derman. Pêwîst e ku stratejî di qada azadî û serfiraziyê de roleke avaker bilîze. Stratejiya ku ne xwedî vîzyoneke avaker be, demkî û herêmî dimîne.

            Kurd di warê siyaseta sivîl û civakî de mixabin ku ne serkeftî ne. Yekitiyê û stratejiyê, wekî amûrên bicihanîna pêdiviyên serdemê dibînin. Ji ber ku mijara yekitî û stratejiyê wisa tê fêhmkirin, partî û rêxistinên kurd beriya ku nirx û normên Yekitiya Neteweyî diyar bikin, beriya ku rêgezên stratejiyê zelal bikin, dibêjin “De ka werin em yekitiyê ava bikin, lewra yekitî ferz e”. Li Bakur ji salên 1970yî de, ev çend hewldanên yekitiyê ne ku vala derdikevin, an jî bêencam dimînin. Û niha dîsa jî di navbera çend partî û rêxistinên kurd de yekitiyeke ku rêgezên wê ne diyar in, heye. Gelo armanca vê yekitiyê parvekirina çend wekîltî û şaredariyan e; yan jî bidestxistina azadî, xweserî, federalî û serxwebûna Kurdistanê ye; nehatiye ravekirin û nehatiye zelalkirin. Ma çarenûsa gel û neteweyan, bi tevgirêdaneke wiha tê diyarkirin? Helwesta razber, hêvî û bendewariyên razber, ma wê çawa têkevin nav rasteqîniya civakê û wê çawa encamê wergirin? Berbelavkirina hêvî û bendewariyan, belkî têra jiyana takekesî bike, lê ‘rûniştina li ber tava berojkên biharê’ bêkeys e û nikare îradeya gel mizafer bike.

            Di warê ziman de jî torek hatiya avakirin. Em hêvî dikin ku ‘Tora Ziman’ li ser rêgezan bimeşe û bi rengekî zelal bixebite. Tê zanîn, nêzî 100 salî ye ku kurdên Bakur alfabe, rêziman û rastnivîsa Celadet Elî Bedirxan bi kar tînin. Bi hezaran gotar, lêkolîn, nivîs, pirtûk, rojname û kovar bi qalibên rêziman û rastnivîsa C.E. Bedirxan hatine weşandin. Tora Ziman, gelo wê li vê behrê xwedî derkeve, yan na; û wê bi kîjan rêgez û rêbazan xwedî derkeve? Lewra ji ber ku Tirkiye zimanê kurdî nas nake, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî asteng dike, kurdan wekî gel û neteweyeke cuda napejirîne; pêwîst e ku sazî û rêxistinên zimanê kurdî karibin alternatîfên bibandor biafirînin. Wek mînak; avakirina bi hezaran dibistanên seretayî, bi sedan lîse û bi dehan Akademî… Di qada siyasî û civakî de ger kurd îcar jî nebesiyên 250 salî dubare bikin û careke din têk biçin, belkî li ber tava berojkên Kurdistanê jî nestirin.

11.03.2020

Mervan Serhildan

           

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !