Derhêner Ozkan Kuçuk di sala 1975’an de li Dêrsimê hatiye dinê.
Ji Beşa Endazyariya Hawirê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê di sala 1997’an de mezûn bûye. Bi teza xwe ya bi navê “Salên 90’î de Sînemaya Tirkiyeyê” li Beşa Radyo-Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê lîsansa xwe ya bilind kiriye. Ji sala 1999’an ve li Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê xebat kiriye, û nivîsên li ser sînemayê nivîsandiye.
Fîlmên wî:
2005 – “Pîlava Binok”, Video-Belgefîlm, 45 dq.,
2005 – “Li Serxaniyên Diyarbekirê”, Video-Belgefîlm, 27dq.
2004 – “Mamoste Arsen”, Video-Belgefîlm, 29 dq.,
2003 – “Yillar Sonra, İşte DİYAR-i BEKİR” (Piştî Salan Vaye Diyar-ê Bekir), Video-Belgefîlm, 70 dq.
1999 – “Karkerên Avahiyan”, Video-Belgefîlm, 23 dq. (Xebata komî)
Xelatên ku girtine:
“Li Serxaniyên Diyarbekirê”
– Festîvala Hawirê ya PAM, 2005: Xelata duyemîniyê
– Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê, 2006: Xelata sêyemîniyê.
– Festîvala Fîlman a ji bo Aştiyê, 2006: Xelata Hawirê