Eyûp Demîr

Jiyana Eyûp Demîr

Eyûp Demîr sala 1973an jidayîk bû. Li beşa Nîgarsazî ya peymangeha Şêwekarî ya Zaningeha Gazi ya li Enqerê xwendina xwe temam kir. Sala 1995an dest bi rojnamevaniyê kir. Di kovara ‘Zanist û Siyaset’ de gelek gotarên wî derketin û di lijneya weşanê ya wê kovarê de cih girt.

Di HADEP û DEHAPê de şêwirmendiya beşa ragihandinê kir. Di televîzyonên Med Tv, Kurd1 Tv, Kanal 4 Tv, Waar Tv de belgefîlm, bernameyên civakî, siyasî çêkirin û pêşkêşvanî kir. Demekê li Stenbolê nûnertiya Kurdistan24ê kir.

12 salan li Herêma Kurdistanê ma û lêkolîn û xebatên xwe berdewam kirin û di encamê de li ser Herêma Kurdistanê pirtûka bi navê; ‘Dawiya Iraqê Kurdistana Serbixwe ye’ nivîsand. Jibilî vê pirtûkên bi navên; ‘Kurdên Yasayî, Ji HEP ta HDP Siyaseta Kurd’ (Yasal Kürtler, HEP’ten HDP’ye Kürt Siyaseti), ‘Dejavûya Kurd’ (Kürt Dejavusu), ‘Perwerdeya bi zimanê Zikmakî û Mafên Kêmnetewan’ (Anadilde Eğitim ve Azınlık Hakları) û ‘Estetîk’ nivîsandin.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !