Rewşenbîr Ji Kê Re Tê Gotin?

DILBIRÎN DILO

Di vê serdema teknolojî û dîjîtalê de gihîştina zanînê pir rehet û hêsantir e. Di vê serdema ku her kes dixwîne û dinivîse de hinek pirs jî tên aqilê meriv yek ji wan pirsan jî rewşebîrî ye.

Erê,rewşenbîr kî ye? Ji kê re tê gotin ? Karê wî/ê çi ye? Ji bo civakê çi dike?

Rewşenbîr ew kesê xwedî zanîn û çandi ye û bi axavtina di civatan da ango bi berhemên xwe yên niviskî gelê/civaka xwe hişyar dike rê û rêbazan dide ber wan.

Mîna ku me got divê rewşenbîr zana be lê ne tenê zana be divê bi zanebûna xwe jî gelê xe hişyar bike. Û yek ji wesfên rewşenbîrî jî rêzgirtina civaka xwe bigre,ûrf û ededê civakê xweş zanibe û jê re rêz bigire.

Gelo her niviskar dibe rewşenbîr?

Naxêr hinek kes henin xwendine bûne xwedî zanîn lê rêza civakê nagirin dinivîsin ew nikarin bibin rewşenbîrê gelê xwe tenê niviskar e.

Rewşenbîr ew kes e ku rêyek xweş dide ber civaka xwe,ji pisgirêkên civaka xwe re li çareseriyan digere û dube melhem ji birînên gelê xwe re.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !