Mehmed Nas nivîskar û rojnamevanekî kurd e.
Ew di sala 1975-an de li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê ji dayîk bûye. Xwendin û nivîsandina xwe heya dibistana lisê li Sêrtê xwendiye. Di sala 1997-an de ji zanîngeha Enedolû ya beşa Têkiliyên gel an jî beşa Civaknasiyê qedandiye.
Mehmed Nas di sala 2001-ê de li ser navê şirketa Menas Organizasyon Ltd Şti li Sêrtê gelek konser û çalakiyên hunerî li dar xistiye. Li nav van çalakiyên hunerî de konsera Koma Azad, Koma Çiya, Nurettin Rençber, Onur Akın û gelek konserên din dîsa cara yekemîn li Sêrtê ji bo seydayê nemir Cegerxwin şeva bîranîn û helbestan li dar xistiye. Cara yekê nivîskarên wek Mehmed Uzun û Cezmî Ersoz jî vexwendiye Sêrtê û roja îmzeyan amade kiriye. Li nav van çalakiyan de wî hewl daye ku li Sêrtê pirtukên kurdî werin firotin ji bo vê yekê jî demeke dirêj li seyrangeha Girê Keçikan de kampanyaya pirtukên kurdî daye destpêkirin.
Di 27 Sermaweza sala 2002-yan de Mehmed Nas li bajarê Sêrtê rojnameya Sêrta Azad derxistiye. Piştî weşana 10-an di roja 4 Avrêla 2003-yan de bi awayeke fermî di rojnama xwe de destûra weşana kurdî ji dewleta dagirker wergirtiye. Di 15 Avrêla 2003-yan de rojname cara yekemîn li bakurê Kurdistanê de bi awayekî fermî dest bi weşanê kurdî kiriye; mixabin ji ber hin pirsgirêkan piştî hejmara 25-an rojnameya Sêrta Azad hatiye rawestandin.
Mehmed Nas bi malpera Dengê Botan Sêrt de dîsa dest bi weşana kurdî kiriye û berhemek wî ya bi navê Ax Dayê ya kurteçîrokan heye. Ji bilî rojnameya Sêrta Azad nivîsên wî di rojnameyên Azadiya Welat, Yeni Gündem û Evrensel û kovara Tîroj, malperên Amidakurd, Rojava, Lalishduhok û gelek malperên din de jî nivîsandiye. Mehmed Nas niha ji li ser axa welatê xwe li bajarê Sêrtê dijî.