Kamiran Haco nivîskarekî kurd e. Kamiran Haco di sala 1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî, navendî û amadeyî li Tirbespiyê û Qamişlo temam kir. Sala 1983an xwendina endezyariyê beşê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand… Ji destpêka salên 1990î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên wek: Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr,Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya Güneşi, Çira û Nûdemê de nivîsî ye. Ji dawiya sala 1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de dixebite. …
Zêdetir BixwîneJiyana Nejdet Buldan
Nejdet Buldan di 1948’an de li Geverê hatiye dinê, şaredarê sêyem ê Gewerê bû. Her wesa çend pirtûk bi tirkî nivîsand. Birayê wî yê biçûk Savaş Buldan di sala 1994’an da bi destê hêzên dewleta tirk hatibû kuştin. Malbata wî axayê eşireta oremariyan e. Wê demê jiyana xwe li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê derbas dike. Berhem “Bitmeyen Yolculuk Kürt Kaçış Öyküleri, …
Zêdetir BixwîneJiyana Şêrko Fatah
Şêrko Fatah (* 28’ê sermawezê 1964’a li Berlin-rojhelat) nivîskarekî kurd-alman e. Şêrko Fatah lawê kurdekî başûrê Kurdistanê û jineke alman e. Di zarokatiya xwe de çend salanli DDR û demekê jî li îraqê jiya. Di sala 1975’a malbata wî koçî Viyana û paşê Berlîna-rojava dikê. Li Berlinê Fatah fîlozofîyê û dîroka hunerê dixwînê û xwendina xwe bi karekî di mijara fîlozofiya Hermeneutik diqedînê. Di dema xwendina xwe de Fatah gelek caran diçê …
Zêdetir BixwîneJiyana Mahmut Alinak
Mahmut Alinak (*1952 li Dîgor/Qers) nîvîskar, parêzer û siyasetmedarekî kurd e. Jînenîgarî Mahmut Alinak di sala 1952’a li Bakurê Kurdistanê, bajarê Dîgora bi ser Qersê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li Dîgorê û dibistana amadehiye jî li Qersê xwend. Li zanîngeha Enqerê beşa dadê qedand. Di hilbijartinên giştî ên sala 1987’a de li ser lîsta …
Zêdetir BixwîneJiyana Dilazad Art
Li Merdîne hatiye dinyaye. Perwerdeya xwe li Merdîn û Semsûrê qedandi ye. Li Zaningeha Dijle beşa perwerdehiye qedand. Ana li Zaningeha Merdînê Artuklûye di beşa Kurdolojîye de lisansa bilind dike. Di sala 1998an de dest bi xwendina Kurdî, sala 2005an de dest binivîsandina Kurdi kiriye. Nivîsên Kurdî yên pêşî di …
Zêdetir BixwîneJiyana Abdulbaki Turan
Abdulbaki Turan mamoste, werger û nivîskar e. Prof. Dr. Abdülbaki Turan di sala 1937an de, li Karazê ji dayîk bûye. Di medreseyên kurdî de xwendiye. Diploma dibistana sereta û ya îmam xetîbê ji der ve girtiye. Di sala 1969an de Înstîtuya Îslamî ya Bilind qedandiye. Di fakulteya Îlahiyeta Qonyeyê û li zanîngeha Dîcleyê mamostetî kiriye. Werger û çend xebatên wî Ji werger û …
Zêdetir BixwîneJiyana Rehîmê Qazî
Rehîmê Qazî nivîskar û akademîsyenê kurd. Di sala 1925an de li gundê Gwîgcelîyê ku bi ser Mukriyan ve ye hatiye dinê. Ji bo perwerdekirinê ji aliyê Komara Kurdistanê ve li Bakûyê tê hinartin[1] li wir li Zanîngeha Kirovê beşa dîrokê dixwîne. Di sala 1954an de teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed” dinivîsîne. Demekê li heman zanîngehê di beşa dîrokê de mamostetiyê dike. …
Zêdetir BixwîneJiyana Kemal Badilli
Kemal Badilli siyasetmedar û zimannasek Kurd e ku di sala 1923yan de li bajarê Ruhayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Ruhayê lîseyê jî li Stenbolê Qabataşê dixwîne paşê dîsa li Stenbolê Fakûlteya dadî ya zankoya Stenbolê diqedîne û dibe parêzer. Di hilbijartinên sala 1961ê de ji partiya Tirkiyeya …
Zêdetir BixwîneJiyana Şêx Eskerî
Şêx Mihemed Eskerî (1898-1952) helbestvan û nivîskarekî kurd e. Ew di sala 1316 an (1898/99) de li gundê Axtepe ji dayîk bûye û di sala 1952 an de çûye ber dilovaniya Xwedê, li gundê Çolê jî di wargeya xwe ya timî de veşartî ye. Şêx Mihemed Eskerî, kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye û …
Zêdetir BixwîneJiyana Hesenê Qizilcî
Hesenê Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (1914-1985[1]), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê. Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de …
Zêdetir BixwîneJiyana Flê Jiyan
Flê Jiyan di sala 1990an de li bajarê Misirca girêdayî Sêrtê hatiye dinê. Ew li Misircê çûye dibistanên seretayî û navîn û li Sêrtê çûye lîseyê. Jiyan di 2009an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Civaknasiyê xwendiye lê ji ber sedemên siyasî di 2011an de dev ji zanîngehê berdaye û koçberî bajarê Frankfurt/Maina Almanyayê bûye. Li Zanîngeha Goetheyê li bajarê Frankfurt/Mainê di sala 2014an de dest bi Beşa …
Zêdetir BixwîneJiyana Rêşad Sorgul
Rêşad Sorgul (z. 1968 li gundê Qerqatkê Çinarê), nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Rêşad Sorgul di sala 1968’an de li navçeya Amedê Çinarê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welat derket cotkarî kir. Di sala 1991’ê de çû paytexta Misirê Qahîrê. Sê salan li Qahîreyê ma. …
Zêdetir BixwîneJiyana Piştevan Dostikî
Piştevan Xorşîd Dostikî, Siyasetmedar u çalakvanê biwarê civakî ji bajêrê Dihukê ye navê wî Piştevan Xorşîd e yê berniyas bi Piştevan Dostikî. Li 15/11/1980 ji Malbatek Kurd perwer li Gundê Dêragijnîk yê bi ser Nahya Mangêşkê ve û girêdayî Parêzgeha Dihokê hatiye dinê . Ji zaroktiya xwe digel malbata xwe …
Zêdetir Bixwîne