Rezoyê Osê

Jiyana Rezoyê Osê

Rezoyê OsêEbdulrazaqê Eliyê Îsayê Osê (10’ê kewçêra 1950’yî li gundê Dekşûriyê, li herêma Hesîçeyê – 4’ê adara 2010’î li Qamişlokê) nivîskar û lêkolîner e. Wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de weke Armanc û Dugir û yên din de nivîsandiye û hêjî bi pênûsa xwe ya çalak û zimanê xweyî bilind û resen dinivîse û ew ji damezrênerên kovara Stêr û Pirs e.

Xwendina xwe li gundê Tenûrî kuta kiriye, a navendî û lîsa li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navê: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrazaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye (wilo jî di malperan de) ji wan: Stêr, Armanc, Digir, Azadî û Zanîn. Sala 1970 dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî helbesta (kevneşop û nûjen) nivîsiye û şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zaroka dane hev û pênc pirtûk nivîsandiye. Li deverên cuda kursên fêrbûna zimanê Kurdî vekiriye, Pênc pirtûkên (Dîk-Dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal) wî bi zimanê kurdî û erebî hatine çapkirin. Çîrokên gelêrî yên zarokan Merganê, Pirtûka wî ya helbestan Kevoka min, Bîranînên wî yên bê kêş û bend Xilmaşî, Pirtûka wî rexneya wêjeya Kurdî, Rexne li Rexnê û pirtûka wî ya gotar û nivîsên Tûjik ji bo çapê têne amadekirin.

Ronakbîrê kurd Rezoyê Osê di 4’ê adara 2010’î de li Qamişlokê çû ber dilovaniya xwedê.

Çavkanî

  • http://hem.passagen.se/zagros/dost/rezo.htm

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !