Nedim Dağdeviren

Jiyana Nedim Dağdeviren

Nedîm Dagdeviren (navê wî bi tirkî: Nedim Dağdeviren) (z. 1953 − m. 2’ê adarê, 2007)[1], helbestvanekî kurd û yek ji afirandêrên Pirtûkxaneya Kurdî ya Stokholmê bû.

Jiyana wî

Dagdeviren li Bismila Amedê (Bakurê Kurdistanê) di 1953’yan de ji dayik bûye. Wî perwerdehiya xwe ya seretayî û navendî û lîseyê li bajarê Erdişê kir, lê hê salên zû vegeriya bajarê Diyarbekirê ya li rex çemê Dicleyê. Piştî ku dîploma xwe ya ji Xwendegeha Bilind a Mamostetiyê a li Diyarbekirê wergirtibû wî dest bi karê mamostetiyê kir. Wî di demê gêncîtiya xwe de bala xwe da ser xebata siyasî. Ji ber xebatên xwe yên di nav KIP-DDKD’ê de ew tûşî astengî û dijwariyan bû. Wî di sala 1975’an de Gul, jina xwe ya pêşerojê, nas kir. Gul jî di siyasetê de aktîv bû. Di sala 1977’an de hevdu mehr kirin û di sala 1978’an de kurê wan Bawer hat dinyayê.

Dagdeviren ji ber xebata xwe ya siyasî di 1980’yî de hat dadgehkirin û 10 sal cezayê hefsê girt. Ji bo vê yekê, di sala 1981’ê de wî ji welêt baz da, du salan li gel malbata xwe li Sûriyê ma. Di sala 1983’an de hat welatê Swêdê. Li vê derê kurê wî yê duyê Robin di sala 1993’yan de hat dinyayê. Li Swêdê wî xebata xwe ya siyasî berdewam dikir û di sala 1997’an de Kitêbxaneya Kurdî ya li Stokholmê ava kir. Hin ji wan xeyalên Nedîm ew bûn ku ji bilî kitêbxaneyekê ew di înternetê de jî tekstên kurdî bide weşandin da ku kurdên ser rûyê erdê karibin xwe bigihînin wan û kultura kurdî jî wek kulturên din bibe xwediya statu û derfetên wek hev.

Wî ev xeyalên xwe yên ku ji bo wan dilfûriyayî bû bicîh anîn: Kitêbxaneya kurdî ya ku di avahiyeke sedsala 17’ê de li Skeppsholmenê (li Stokholmê) hatiye avakirin, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo kultura dinyayê jî afirîneriya kulturê ye. Tevî ku dilê wî her gav li ser bajarê Diyarbekirê bû jî Swêd bû welatê wî yê duduyê.

Tê gotin ku Nedîm Dagdeviren yek ji wan kurdan bû ku bi penaberî hat vê derê û di nav derûdora civaka kulturê de navekî giring ji bo xwe peyda kir. Dagdeviren ku bi zimanê tirkî dinivîsand, bi xwe şair bû, berhevoka wî ya helbestan a bi navê Amedim Amed (”Ameda min Amed”) di sala 1989’an de li Stokholmê hat weşandin.

Piştî gelek salên bêrîkirinê wî şiya havîna sala 2006’an cara yekê ji bo serdaneke kurt vegere Diyarbekirê. Nedîm Dagdeviren ku di destpêka vê salê de bi nexweşiya penceşêrê (kanserê) ketibû li Stokholmê di 2’yê adara 2007’ê de jiyana xwe ji dest da û li goristana taxa Senayiyê ya Bismilê veşartî ye.

Berhemên wî

  • Amedim Amed. Mezopotamya, Huddinge (Swêd), bi tirkî, 1989.
  • Den kurdiska frågan i Sveriges riksdag (1979-2001), c. 1. Kurdiska biblioteket, Stokholm, bi swêdî, 2002.
  • Den kurdiska frågan i Sveriges riksdag (1979-2001), c. 2. Kurdiska biblioteket, Stokholm, bi swêdî, 2002.
Werger
  • Bergström, Gunilla. Alfons’a babasi ne demisti?. Mezopotamya, Huddinge, bi tirkî, 1990.
Beşdarî
  • Di antolojiya helbestvanan a bi navê Världen i Sverige: en internationell antologi de helbesteke wî bi swedî heye. Madeleine Grive û Mehmed Uzun, En bok för all, Stokholm, bi swêdî, 1995.
Edîtor
  • Literature about the Kurds. Mezopotamya, Huddinge, bi îngilîzî, almanî, swêdî, 1993.

Çavkanî

  1.  (tirkî)Şairin Sürgünde Ölümü
  • (swêdî) http://www.immi.se/kultur/authors/kurder/dagdeviren.htm
  • (tirkî) http://www.haberler.com/dagdeviren-topraga-verildi-haberi/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !