Mahmut Alinak (*1952 li Dîgor/Qers) nîvîskar, parêzer û siyasetmedarekî kurd e.
Jînenîgarî
Mahmut Alinak di sala 1952’a li Bakurê Kurdistanê, bajarê Dîgora bi ser Qersê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li Dîgorê û dibistana amadehiye jî li Qersê xwend. Li zanîngeha Enqerê beşa dadê qedand. Di hilbijartinên giştî ên sala 1987’a de li ser lîsta SHP’ê bû parlamenterê Qersê. Çar sal şûnde li ser lîsta partiyên HEP-SHP’ê bû parlamenterê bajarê Şirnexê. Paşê serokatiya rêxistina DTP’ê ya bajarê Qersê kir. Di hilbijartinên giştî ên sala 2007’a de Mahmut Alinak li Qersê weke namzetê serbixwe ên kû DTP’ê piştgiriya wan kir ket hilbijartinan, lê bi li ser neket. Mahmut Alinak niha weke nivîskarê rojnameya Gündemê û parêzer dixebitê û namzetiya xwe ya ji bo serokatiya DTP’ê diyar kiriye.
Berhem
- HEP, DEP ve Devlet, Kaynak Yayınları 19??, (ISBN 9753431201) bi tirkî
- HEP, DEP ve Devlet Parlamentodan 9. Koğuşa-2, Kaynak Yayınları 1996, (ISBN 9753431201) bi tirkî
- Şiro´nun Ateşi, Berfin Yayınları 1997, (ISBN 9757345600) bi tirkî
- Nazo, Berfin Yayınları 1998, (ISBN 9757354678) bi tirkî
- Ateşte Yıkanmak, Berfin Yayınları 2003, (ISBN 9756680318) bi tirkî