Hesenê Qizilcî

Jiyana Hesenê Qizilcî

Hesenê Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (1914-1985[1]), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê.

Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Piştî hilweşandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, paşê derket derveyî Kurdistanê.

Bi ketina rejîma Şah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Li gorî nivîskar Firat Cewerî, ji roja girtina wî û vir de kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat[2].

Berhemên wî

  • (1985) Pêkenînî geda. Bexda[3].

Çavkanî

  1.  A History of Persian Literature: XVIII (2010). I.B. Tauris & Co Ltd, London û New York.
  2.  Firat Cewerî (2003). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003). Nûdem-Avesta, Stembol.
  3.  A History of Persian Literature: XVIII (2010). I.B. Tauris & Co Ltd, London û New York.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !