Mehmet Gür
Dema ku ziman weke pêkhateyeke civakî û navgîna lihevkirina hin civakan tê pênasekirin, ew yek ji hêmanên ku neteweyekê dike ‘Netewe’ye. Ziman û netew bi hevdu re girêdayîne. Ziman giyane , netew laşe. Hêmaneke netewî ya sereke ziman e. Ji bo kesayetiya netewî bê avakirin hewcedarî bi ziman heye.
Taybetiyên netewê bi pêwendiyên ziman tên damezirandin. Têkiliyên cîvakê bi ziman tên avakirin û kesayetiya netewê bi vî awayî ava dibe. Ziman û netew ji hevdu venaqete û ziman pergalê hebûna netewê ye. Hest , raman , çand û dîrok û hestên netewî bi ziman re dimeşin. Jiyan û edetên cîvakê bi saya serê ziman xwe radigihine nifşên nû û xwe rêkûpêk dike. Di heman dêmê de neynika rastîn a avahî û rihê cîvakê ya netewî ye. Dibin şert û mercên dîrokî û cîvakî xwe diguhure û yên di wê cîvakê de ji diguhurt û pêş dikeve. Ji ber ku amûra cîvakê ya guherîn, veguhastin û pêşketinê ye. Çand û kesatiya cîvakê nêzda girêdayî ziman e. Ramanên netewî bi riya ziman teşeyî digirin û cîvak li gorî van pêşketin û guhartinan kesatiyeke netewî di nav xwe de ava dike. Kesatî û hişmendiya netewî û ziman wekî roj û cihanê bi hevdu re girêdayine. Heke cîvakek xwedî li zimanê xwe dernekeve û pêşnexe, ew cîvak nikare afirîner bifikire. Dê ji aliyê afirandin, huner û aqil ve qels be. Civakeke ku zimanekî pêşketî, jêhatî û dewlemend nebe, di warê ramanê de nikare bibe afirîner. Guhertina civakekê, anîna jiyaneke nû bi wê re pir bi zimanê wê civakê ve girêdayî ye. Cîvakên pêşketî xwedî hişmendiyek netewîn û xwedî li zimanê xwe derdikevin. Çand û hunera xwe bi zimanê xwe pêşdixin. Qedr û qimetê ziman dizanin. Dizanin netewek bêziman ker û kor e. Dê her dem lawaz be û windabibe. Ji ber van sedema di vê netew zimanê xwe bi hêz û dewlemend bişuxûlîne, bike amûra pêşxistina cîvakê. Ziman dikare ji bo hebûn û çanda neteweyekê wek navgîneke baş a vegotinê were bikaranîn; Ew bi şiyana pêkhateya civakî ve girêdayî ye ku li gorî şert û mercên geşepêdana hevpar bi pêş ve biçe û bi têra xwe bersivê bide hewcedariyên wê pêkhateya civakî.
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun dibêje ziman riha netewê ye. Ziman xercê netewê ye , di navbera ferdên netewê de ruh û hişmendiya netewî vedihune. Ziman amûreke ragihandinê ya neteweyî ye ku civakê dike netewe û ferdên di wê civakê de dijîn dike yek. Yekîtiya di navbera gel de bi hestên netewî vedihune. Hestiyariyeke gelitî di nav netewê de ava dike. Di nav pêvajoya dîrokê de ziman zanîn û agahiyên netewî radigihine. Yekane mifteya hînkirin û fêrbûnê peydakirina veguheztin û berhevkirina zanînê ye. Di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke pir nêzîk heye. Heger zimanek ji têkeliya zimanên din pêk bê, ger ferhenga wî zimanî bi peyvên biyanî barkirî be, zimanek wiha zelal nayê fikirîn. Pêşketina civakekê di warê ramanê de di serî de bi jêhatîbûn û dewlemendiya zimanê wê ve girêdayî ye.
Netewa Kurdan çi qas giringiya ziman dizane? Çi qas pêwendiya ziman û netewebûnê bi hev re girêdide? Dizane netew bi ziman tê avakirin? Netew bêziman nabe. Ziman hêmana netewebûnê ya serekeye. Ziman ruh û yekîtiya cîvakê ye. Hemû netew bi zimanê xwe di qada navnetewî de tên nazinîn û cudahiya xwe didin xuya kirin. Em Kurd çi qas dikarin zimanê xwe dewlemend, jêhatî bikin û qada navnetewî de bidin pênasî ? Di van bingehan de Kurd pir qelsin. Di aliyê ziman de Kurd bêxîret û nezanin. Ji bo karûbarên ziman û netewebûnê de em lawaz, bêxîretin. Alaqa û mijûlahiyên me li ser zimanên serdestan pirtirîn. Li malên xwe de em zarokên xwe fêrî zimanên biyanî dikin. Em bi vî karê xizmetê ji bo netewên din dikin û gaveke din zarokên xwe ji netewebûna xwe dûr dixin. Ji bo pêvajoya netewebûna Kurdbûnê astengeke din li pêşiya zarokên xwe ava dikin. Hişmendiya me ya ziman û gelbûnê şibî netewên cihanê nehatiye sazkirin. Kurd ji vê hişmendiya mirovahî dûr mane. Kûrbûn û tîrbûna wan li ser zimanên biyanî ne.
Em gele dûr naçin. Emê li ser rewşa roja me birawestin. Hewceyî pêvajoya dîrokî û mînakan nîne. Roja me û rewşa me ya rojane neynîkê li ber me digire. Kurdekî zana û têgihî be dê hemû tiştan bizane. Herin kolan, mal û saziyên me Kurdan bigerin ka kîjan ziman tê peyvîn. Têkiliyên me Kurdan li ser kîjan zimanan tên avakirin. Qaşo ji bo netewebûna Kurdan siyaset, rojnamegerî û xebatê dikin. Lê mixabin nizanin ku bi zimanê Tirkî çi netewebûna Kurdan çênabe. Hemû têkiliyên xwe bi Tirkî didanin. Dê vêca were neteweke Kurdan ava bike. Kurd hêj negihîştine wê asta hişmendiyê ku ziman nebe netew ji nabe. Heta ku Kurd giringiya ziman û têkîliya ziman û netewebûnê nizanin, nikarin bibin netew. Netewebûn bi pêşketina ziman dest pê dike. Gava Ccihû dizivirin Israilê ewlî zimanê xwe di nav malên xwe de pêşdixin. Avakirina cîvak û netewa xwe bi zimanê Îbranî dest pê dikin. Zimanê Erebî, Elmanî, ûrisî hw nîşanî zarokên xwe nadin. Bingehê netewa xwe li ser zimanê xwe vedihonin. Em bi salane ji zimanê xwe redivin. Me zimanê serwerên xwe kiriye bingehê hemû têkîliyên xwe. Kar, têkoşîn û xebatên me li ser zimanê biyaniye. Me xebatên xwe biribin kî derê me zimanê serwerên xaka xwe ji li wir kirine serwer. Qey dê bêjî me ji bo zimanê wan kar kiriye. Sazî û komelên Kurdan bingehê karûbarên xwe li ser tîrkî avakirine. Çûbûn ku derê Tîrkî ji bi xwe re biriye û fêrî wan derdoran kirine. Gelê xwe heta ku fêrî Kurdî bikin, fêrî zimanê serweran kirine. Ximeta wan ya siyasî, rêxistînî dibin bandora zimanê Tirkî da maye. Heta em dikarin bêjin ku van sazî û rêxistîn, komala hişmendiya Kurdan a siyasî bi zimanê serdestan saz kiriye. Ev yek ji jî bo pêvajoya netewebûnê xetere. Çi netew bi zimanên serdestan nayên damezirandin. Heta Kurd ji barê ziman û peyvên zimanên serdestên xwe rizgar nebin, nakevin pêvajoya netewebûnê. Dîvê ewilî rêber, pêşeng û rêxistinên Kurdan dev ji zimanên serwerên xwe berdin û bi zimanê xwe hemû têkîliyên xwe danin. Bi zanin ku bi Kurdî dê netewebûna Kurdan were damezirandin.
Heta Kurdî nebe bingehê hemû pêwendiyên Kurdan, Kurd dê her dem gavekê ji bo netewebûnê paşve bimînin. Ziman ruh û hişa netewê ye. Kurd a niha bê ruh û kor li netewebûna xwe digerin û têdikoşîn. Bi dest pelînkê li kurdbûna xwe digerin. Heta hînî zimanê xwe û têkiliyên xwe yên malbatî û cîvakî li ser Kurdî ava nekin dê herdem derê wan ji bo bişkivandinê vekiribe. Lêbe lê gava giringiya ziman zanî hinî ziman bû û fêrî zarokên xwe kirin, wê demê dê bikarin deriyê xwe ji bişkivandin û biyanebûnê bigirin. Bibin neteweke xurt.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com