Edîb Çelkî nivîskar û helbestvanekî kurd e ku di 15’ê gulana 1957’ê li gundê Çelkî (girêdayî bi qeza Amêdiyê, parêzgeha Duhokê, Başûrê Kurdistanê) di binemaleka ol û ayînî da peyda bûye.
Wî xwendina destpêkê li Duhokê û Kolîca Şerîetê li zanîngeha Bexdayê li sala 1982’ê bi dawî aniye. Li sala dawiyê li zanîngehê, li 27.02.1982 – 10.5.1982’ê, bo heyama 72 rojan, guneha harîkariyê digel Şoreşa Kurdî, bi destên rejîma Bexdayê hatgirtin. Li payîza 1982’ê çû nav rêzên Şoreşa Kurdî da û her ji sala 1982’ê heta sala 1995’ê pêşmerge bû û di gelek çalakî û karên Şoreşa Kurdî da pişikdar bûye.
Ji sala 1995’ê heta niha li welatê Elmanya binecih dibe.
Li sala 1979’ê dest bi nivîsîna helbestê kirye. Li sala 1980’ê û heta vêga endamê Êketiya Nivîserên Kurd e û li pahîza 1991’ê li kongira raperînê li Şeqlawe, bûye endamê desteya giştî ya rêveberiya êketiyê.
Her wisa li nav şoreşê jî, li sala 1989’ê êk ji damezrînerên komela Nivîskarên Kurdistanê bû, piştî hevgirtina wê Êketya Nivîskarên Kurdistanê bû endamê destiya wê jî. Gelek nivîsîn û vekolînên wî bi kurdî û erebî belav bûne û li behare 1989’ê êkemîn dîwana wî ya helbesta ya bi navê Şevstiranên zêy belav bû û di sala 2010’ê duymîn dîwana wî ya helbesta ya bi navê Dara çil awaz belav bû.
Her wisa Edîb Çelkî, bi sedan helbest nivîsandine,wek:Beyta Laliş, Şivanê Garey, Dilber Pêlistank, Jin Jiyane û gelekêt din dane hunermendêt kurd êt mezin, wekî Hesen Şerîf, Zekeriya Ebdulah, Hanî, Çopî Fetah, Eyub Alî, Narîn Feqe, Sîpan Xelat, Loka Zahir û gelekêt din…