Dengbêj di sala 1932’an de li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene. Di sala 1979’an de koçî Amedê kiriye.
Zêdetir BixwîneJiyana Evdilhadiyê Arzûoxlî
Dengbêjekî hêja ye. Tam nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê. Li gor ku tê gotin di dema “Seferberlixê” de 6-7 salî bûye. Li Kopê, li gundê Dignûgê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Hesenan e. Piştî ku mezinên wî koçî gundê Arzûaxlî ya bi ser Amedê ve dikin, li …
Zêdetir BixwîneJiyana Erebê Şûtî
Dengbêj di sala 1913’an de li qeza Stewrê, li gundê Şûtê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Bi karê hostatiya dîwaran mijûl dibe. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Elîcanê Pasûrî
Dengbêj Elîcan di sala 1963’an de li qeza Pasûrê, li gundê Malêhafê hatiye dinê. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Ji sala 1984’an û virde ye li Amedê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Cemalê Neniyasî
Dengbêj Cemal di sala 1954’an de li qeza Licê, li gundê Neniyasê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bi pişt re hatine li gundê Neniyasê bi cihûwar bûne. Mekteba seretayî xelas kiriye. Li Derê Mêrdînê li cem Qehwa Ebas dikaneke wî heye, tê de titûnê difroşe. Ji sala 1975’an …
Zêdetir BixwîneJiyana Bekirê Îdirî
Di sala 1945’an de li Îdirê li gundê Alûtê hatiye dinê. Mensûbê eşîra Birûkan e. Ji donzdeh saliya xwe de ye distrê. Li îdirê dikaneke wî ya malzemeyên avê heye, bi wê debara xwe dike. Di herêmê de dengbêjekî navdar e.
Zêdetir BixwîneJiyana Dengbêj Teyibo
Di sala 1933’an de li Misircê, li gundê Zêwikê ve hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Eslê wan ji Motka, ji eşîra Babosiyan e. Di sala 1973’an de koçî bajarê Sêrtê dike û li wir bi karê înşaetê mijûl dibe. Bi pişt re di sala 1992’an de teqawud dibe. Du jinên …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmed Salihê Beynatî
Di sala 1938’an de li Silîvayê, li gundê Beynatê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1970’î de koçî qeza Silîvayê dike û li wir dengbêjiyê dike. Di sala 1981’ê de mala xwe dibe Mala Badê piştî sê salan, di sala 1984’an de diçe ser heqiya xwe. Heft zarokên wî …
Zêdetir BixwîneJiyana Sidîqê Bozo
Di sala 1954’an de li Çewlikê, li qeza Kanîreşê, li gundê Baxçe hatiye dinê. Di nav gel de wek Sidîqê Kurmanc tê naskirin. Dibistana navîn xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Feyzoyê Rizo
Di sala 1954’an de hatiye dinê. Malbata wî di sala 1915’an de ji herêma Îdirê ji ber qetlîamê direve diçe li Ermenistan û Gurcistanê bi cih dibe. Biraziyê dengbêj Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Zewicandî ye. Bi karê çandinî û heywandariyê mijûl dibe. Li nêzî Erîwanê li gundê Arêvaşadê …
Zêdetir BixwîneJiyana Cehferê Farqînî
Di sala 1988’an de li Farqînê (Silîva) hatiye dinê. Bavê wî gelek ji dengbêjan hez dikir û her dem diçû guhdariya wan dikir. Cehfer jî ji ber vê hezkirina bavê xwe di bin tesîra dengbêjan de maye û bi saya vê yekê hêdî hêdî dest bi strandina stranan kiriye. Di …
Zêdetir BixwîneJiyana Mistefa Aydogan
Mistefa Aydogan (bi tirkî: Mustafa Aydoğan) nivîskarekî kurd e. Mistefa Aydogan di sala 1957an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne. Mistefa Aydogan li Swêdê ket nav tevgera çandî û heta niha ji Jack London, Yaşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk pirtûk wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du …
Zêdetir BixwîneJiyana Mîr Qasimlo
Mîr Qasimlo nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Qasimlo li sala 1980-ê li bajarê Mûşê li navçeya Gimgimê hatiye dinê. Piştî heyameke kurt ji ser bûyîna wî re, bi tevî malbata xwe koçî Bursayê kir. Qasimlo bêyî ku derkeve derveyî welat, zêdeyî sê salan di kovara “Özgür Halk”ê de xebitî û li Stenbol, Bursa û …
Zêdetir Bixwîne