BİYOGRAFÎ

Jiyana Mistefa Gazî

Mistefa Gazî (bi tirkî: Mustafa Gazi) nivîskar, lêkolîner û bestekarekî kurd e. Mistefa Gazî di sala 1958’an de li gundê Şêxuliya Jêrîn ya bi ser Siwêregê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Demeke dirêj e di warê ziman, zargotin û muzîka Kurdî de xebatan dike. Ew hem kilam û stranên Kurdî berhev dike û hem jî kilam û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mihemed Ronahî

Mihemed Ronahî nivîskarekî kurd e. Muhemmed Ronahî di 1979’an de li Pîrana Amedê ji dayik bûye. Di 2003’yan de li Zanîngeha Înönü Beşa Civaknasîyê kuta kiriye. Di malpera haberdiyarbakir.com, Kovara W, Kovara Rewşen, Kovara Zend û Çirûskê de helbest û nivîsên wî tên weşandin. Bi qasî sê salan di rojnameya Azadiya Welat de bi navê “deqerû” quncik nivîsî. Di 2009’an de bi navê Weşanxaneya Ronahî weşanxaneyek …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mem Mîrxan

Mem Mîrxan nivîskarekî kurd e. Mîrxan di sala 1968’an de li gundê Xidranîyê ku girêdayî navçeya Amedê ya Erxenîyê hatiye dinê. Dibistana seretayî li heman gundî xwendiye, dibistana navîn li gundê Gîsgîsê ku sê gund ji Xidraniyê wê de bû xwendiye. Dibistana amadehiyê li Erxeniyê xwendiye û piştre jî mafê xwendinê li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya zarokan bi dest xistiye û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Lorîn S. Doğan

Lorîn S. Doğan nivîskareke kurd e. Di sala 1975an de, li Gundikê Şikro ku bi ser Nisêbînê ve ye hatiye dinyaye. Ewê dibistana seretayî, navîn û lîse li Nisêbînê xwendiye. Dû re li zanîngeha Dîcleyê, beşa Biyolojî qedand. Bi nasnava Lorîn Stran nivîsên wê di kovarên kurdî de derketin. Pirtûkên wê Kirasê Teng – Çîrok, Weşanên Avesta, 2007, Stembol, ISBN 978-9944-382-20-5 Destên Vala – Çîrok, Weşanên Avesta, 2012, Stembol, ISBN 978-605-5279-11-0

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Lokman Ayebe

Lokman Ayebe, di sala 1981’ê de, li Dêrikê li Kurdistana Bakur çêbû, nivîskarekî Kurd e. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hesapgeriyê xwend. Di 18 saliya xwe de bi Tirkî dest bi nivîsandinê kir. Dû re li gel ku baş dizanîbûn wê hevdu biêşînin jî, li qedera xwe ango li Kurmanciya xwe vegeriya. Romana nivîskar a yekem, Jar lê Sermest, di sala 2004’an de ji aliyê Weşanên Belkîyê ve …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Laleş Qaso

Laleş Qaso (*1957 li Mêrdînê) nivîskarek kurd e. Ew ji Bakurê Kurdistanê, ji Mêrdînê ye lê niha li Swêdê bi cih bûye. Jiyan û kar Laleş Qaso ji ber nerînên xwe yên siyasî nêzî 10 salan di zindanên Tirkiyeyê ve maye û ketiye ber şkenceyên giran. L. Qaso ji salên 1990ê ve li Swêdê dimîne û romanan, nivîsaran û helbestan dinivîse. Berhemên L. Qaso bi gelemperî satîrîk in û rexneyên tûj in …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Koyo Berz

Koyo Berz nivîskarekî kurdê zaza yê ji Sêwregê ye. Ew niha li Swêdê dimîne û bi zimanê kurdiya zazakî dinivîse. Jiyan û xebat Nivîskar di sala 1951ê de li gundê Mextela Sêwregê hatiye dinyayê û ji 1986ê ve li Swêdê dijî. Berhemên wî Siyamed û Xeca, Apec, 1993, 255 r. – (Weşan nû 32) – ISBN 91-87730-32-4 Kole nêba : şeherê dimilî. Stockholm, Iremet, 1995. – 98 …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Kemal Tolan

Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê ku girêdayî navça Bişêrî-Batmanê ye, ji dayîk û bavê xweyî Êzdî re buye. Perwerde ya dibistana bingehîn pênc salan li gundê Şimzê, dibistana navîn sê salan li qeza Bişêrî yê û li Wêranşehîrê perwerdeya Lîse (Gymnasium)ê diqedîn e. Gava perwerda lîse yê xelas dike û şunde, êdî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan (z. 1976 li Qoserê), nivîskarekî kurd e. Jinenîgarî Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993’an de beşa mamostetiya edebîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetiyê re …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Hogir Berbir

Hogir Berbir (z. 8’ê kewçêr 1967, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskarekî kurd e. Hogir Berbir, li gorî nasnameya xwe di 1976’an de, li gundê Pîrana (Pîrxetap) ser Şemrexê ya navçeya Mêrdînê dixûyê, lê li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Dibistana seretayî kuta kir û ya navîn jî salekê xwend. Di 1’ê rêbendana 1995’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî, (z. 1972) nivîskarekî kurd e. Ew di sala 1972an de, li Heramya/Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdîn ji dêya xwe welidî ye. Dibistana seretayî li Heramya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Niha li Îzmîrê dijî. Zewicî ye. Bavê du lawan e. Di “Weşanên Na” de edîtoriyê dike. Ligel karê nivîskarî û edîtoriyê bi rexnegiriya …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !