NIVÎSXANE

Befr û Bajar

ERSÎN TEK

ERSÎN TEK Ev bajarê ku çiya bi sekna riman ber bi asîman ve berz dibin, li Geverê zivistan pir bi îhtîşam e. Eva çend roje kuliyên befrê diporin û duh bi şev gurtir bû. Nasekine. Mirî di nav qebrên xwe de dicemidin? Gelo ajalên li serê çiya çi dikin? Ne bawerim ku ji xwe re xwarinek peyda kiribin. Zimhêrê wan nemaye… Tu nabê gurên birçî, çeqelên bêrû, rûviyên zexel wê li ser bajêr de bigirin. Befr nahêle ti kes serê xwe rake û çavên xwe veke. …

Zêdetir Bixwîne

Ava jîyanê

NESRÎN ROJKAN Devê xwe vekiribû û qurt, qurt, qurt avê vedixwar. Destên biçûk ên gulmistî li ber serê wî yê gilower, di profila wî de, bedenek biçûk û rût rûniştibû di valahiya zikê dayika xwe de û avê vedixwar. Dîmenek bê hempa bû. Canek nû ku hê derneketibû ser rûyê dinyayê, ji bo jîyana xwe têdikoşiya. Mizgîniya min li te! got hemşîrê. Li ekrana computera xwe nêrî û dom kir. -Zaroka te lawik e û vayê avê vedixwe! Xemek tarî li ser rûyê dayikê dagirt, çavên xwe dane hev û rondik jê palîyan. Wek dayîkên din dilşad nebûbû. -Xwezî keç bûya! Rojên berê ketine bîrê û lêvên wê û lerz ketin lêvên wê. Di rojek germ de derketibûne rê. Dayikek, babek …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !