Lê lê lê lê de lê de lê lê lê lê lê lê Tew lê gidyê Elayê Tew lê gidyê Edlayê Qîza begê kurdayê Ma serî ji zêra hilnayê Serî ji zêra hilnayê Xulî li malê dinyayê Malê dinyê hindike Qelenê Edlam dernayê Rabe rabe rabe rabe rabe rabe rabe …
Zêdetir BixwîneKlama Ferzê
Xasê digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Gulnazê korê ax… Korê de rabe ezê bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Wê bi zeviya ketim way way way Sibe ye min dêhna xwe dayê Du heb siwar derketin derê Ferzen şahê Dengbêjan Teyrê ser milê qîzan û …
Zêdetir BixwîneÇîroka Mamed Axa û Bekir Beg
Sibe ye. Bekir Beg radibe, ji xwe re dike dilezîne, kaxizekî dinvîse, li ser Mamed Axa de dişîne. Dibê; “Lawo, min bihîstîye bavê te mirî ye, xwûşka te Gewrê êtîm maye, bixemilîne ji min re bişîne. Eger dişînî bişîne, eger neşînî sibê li Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê …
Zêdetir BixwîneRêwan Mîranî / Çîroka Malo û kalê Şîretfiroş
Hebû nebû kes ji Xwedê mezintir nebû. Tê gotin ku di çerxekî de li gundeke Kurdistanê hişkesalî di ser deverekî de hat, zelamên wê deverê neçar bûn ku derkevin û ji jin û zarokên xwe re li kedekî bigerin heta ku pariyeke nan peyda bikin. Piştî borîna çend mehan yek …
Zêdetir BixwîneHelîm Yûsiv / Çavdêriyên rojnamevanekî
Çîrok: Hevdîtina ku jiyana min guherand / Çavdêriyên rojnamevanekî Dem piştî 2011 an bû. Sûriyê di nav hêz û komên çekdar de belav bibû. Ji artêşa rêjîmê bigre hetanî bi biçûktirîn koma çekdar, her aliyek ji hêla hin dewletan ve dihat desteserkirin. Dewletên ku rasterast destên wan dirêjî wir bibûn, …
Zêdetir BixwîneWESİYET- Seyfedînê Welekorî
Di wextekî mirovekî zana, ronakbîr, arif û dinyadîtî hebûye. Ev mirov, gelek dewlemend û comert jî bûye. Her wiha bavê sê kuran bûye. Yê mezin kiribû berpirsîyarê cot û cobaran, yê duyemîn bibû berpirsyarê pez û sewalên din û yê piçûk jî di nava malê da xizmeta dîwana bavê xwe …
Zêdetir BixwîneAhmedê Hepo / LO KEKO, LO BIRAO
Lo keko, lo birao, lê te digot: -Lê xûşkê, ez ê bêm! Rojeke baharê bû. Berbangê dayîkê dey li min kir ûbi dengekî lerizî gote min: -Porkurê, ser min da, zû rabe, eva êpêce wede ye ez hişiyar im, min nihêrî kekê te ne nava ciyê xwe da tune. Ez …
Zêdetir BixwînePERÊ MERZEL – Ahmedê Hepo
Go, kalekî her-roj gopalê xwe dida destê xwe dihat ber rodera mektebê disekinî, çavên xwe dukuta hundur, guhê xwe dida ser dersdar û şagirtan, êpêceki şûnda dikire axînî, ofînî , sê caran gopalê xwe li erdê dixist , mîna mirovê bargiran hêdî-hêdî diçû ser topikê rex merzel û demeke dirêj …
Zêdetir BixwîneGula Ermenî (Gula Keşe) – Evîniya Stranê – Narîn Omer
Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û bexçeyên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne. Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin …
Zêdetir BixwîneEz Mecbûrê Te Me – Sedat Yurtdaş
Ez, pişt nîvro û bi hemû dirêjahiya şev a reş li benda xeberek jinikê sekinîbûm. Tû xeberek jê derneketibû. Pêsanîya di nava serê min de derneketibû. Heçkû di danê sibehê de, jê re, her çiqas saet ne belî buya jî, min çûyîna xwe ya bajarê wê qutebir gotibû. Ger nehatinek …
Zêdetir BixwîneÇîroka Keçelê Kurdan: Keçelo Û Qijik
Amedekar: Qesîm Etmanekî Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (Diya wî) Carek nav cara, rihmet li dê û bavê hazir û guhdara, qedal şeytanê qûlê dîwara, nelet bê li bavê hakim û tehsîldara. Hebû pîrek û neviyek û kerekî wan. Pîrê rojekî ji neviyê xwe re dibêje: “Lawo, here ji me re barek …
Zêdetir BixwîneKlama Heso û Nazê
Hey li min li min rebenê Kesî nedî dewrê bedelê zemana Salox nedane, bav çewa rabe Keça bi mêr di mal de bide mêr e. Siwaro siwaro hey hey li min Ax were birîndaro Ax lo lo birîndaro Ezê bi diyarê Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê ketim ji xema dilê …
Zêdetir BixwîneKlama Xalê Cemîl
Bi min klameke pir dilşewat û dilêş e ku ji devê zarekê derketiyê li hemberî kevneşopiyên paşverû û zexm hatiye strîn. Xalê Cemîl kalekî çil û pênc salî ye dixwaze bi Werdem Xanimê re bizewice lê Werdem hê zarokeke çardeh salî ye. Naxwaze bi Xalê Cemîl re bizewice. Ji aliyê …
Zêdetir Bixwîne