sîpan şînda

Çîroka Strana Hesamê Axê

Hesamê Axê

De were lê…, ax de rabe dinyayê, pûçê, betalê, serxwera cindî û van lawa yê

De were lo Hesamo dîno xêlî sedcara li min xêlî,

Herê xêlîkên Hesamê Axê derketin ji Berwarê jêrî

Ay lê hinek Hêşetî nîvêdîtirê Xezxêrî

Mane kesê dewr û zemana nedîtiye, xwestiya birazî ji mamê re here berbêrî

Strana Kurdî, ji hemî aliyan ve dilkul e. Lê her çend dilkuliya strana Kurdî zêde be ji, bingehê wê xurt e. Ev xurtiya strana Kurdî, xwe dispêre çavkaniyan. Strana Kurdî her tim bûye berdevkê kul û derdê civakê. Civaka Kurd, her çend civakek nêr be ji, bes tu kesê nekariye pêşiyê li evîn û evîndariyê bigire. Evîn û evîndarî, mirov dikare bêje hîmê herî girîng e di strana Kurdî ya klasîk de.

Yek ji van stranên trajediyekê vedibêje strana Hesamê Axê ye. Di strana Hesamê Axê de, evîndariyek nîne. Lêbelê lîstokek û herweha bêbextiyek heye. Dibêjin Hesamê Axê ji gundê Zivinga Hacî Elya, yê dikeve çiyayê Gabar e.  Lelîxan jî, ji gundê Gove ye. Ew ji dikeve di navbera Berwariya û Hîzanê. Li gor çîroka vê stranê, Hesam hêj zarok babê wî diçe rehmetê. Mamê Hesam, wî xweyî dike. Piştî Hesam mezin dibe, mamê wî jêre dibêje êdî deme kû em te bizewecînin. Hesam ji dibêje bila.

Lelîxan ji bi delaliya xwe nav û deng e. Mamê wî dibêje, ezê biçim ji te re Lelîxana Goveyî bixwazim. Hesam ji dibêje bila. Dibêjin keçika xadima mala wan hij Hesam dike. Piştî Lelîxanê ji Hesam re dixwazin, Hesam jinika xadima malê rêdike, dibêje here feke ka Lelîxan çawe ye. Dema jinik vedigere ji Hesam re dibêje, Lelîxan ne layêqê te ye. Dibêje Lelîxan kore, yeka reşa difin çilmo ye, hinek dibêjin keçele. Tu ev xortê hinde delal, heyfa te Lelîxan bibe jina te. Dibêjin piştî van gotinan, Hesam diçe cem mamê xwe, dibêje tu çûyî te ji min re keçikek kor û keçel xwestiye.

Min Lelîxan navê. Mamê wî dibêje, ev ne raste, kê ji te re gotibe derewan dike. Ew ji dibêje na min ew navê. Mamê wî ji dibêje, eve navê me ketiye ser, wê demê ezê Lelîxanê ji xwe re bînim. Hesam ji dibêje bîne ji xwe re. Dema diçin Lelîxanê bînin, Hesam ji li hespê xwe siwar dibe diçe xêliyên Lelîxanê. Di rê de ba li çarika Lelîxanê dide û ji ser rû yê wê tavêje. Dema çavê Hesamê Axê li Lelîxanê dikeve, çavê wî tarî dibe, dilê wî dibore, ew ji ser pişta hespî li erdê dikeve. Ka em guh bidin hozanî:

Hey lê me wê anî lêlê, me wê cotekê mitirba ji welatê Kabaşê anî lêlê

Weylê me wê vê sibê daweta Hesamê Axê danî

Weylê me wê şabaşa ewilî ji kîsî xwe danî

De were lo Hesamo dîno bagê têto weylo, me ji vî bayî çend minete

Hey belê lêdabî xêlîyo çarika Lelîxana Goveyî, li ser serî kiribî wek xêvete

Belê gava çavê Hesamê Axê li Lelîxanê dikeve, ji bilindbîna hespî li erdê dikeve

Mane du dilopên xwînê ji difinê dikeve, nexweşe pir bêhale, êdî venaxwe ne ave, ne şerbete

Stran dorveger hatiye gotin. Ango Hesam û Lelîxan li ser hevdû dibêjin. Dibêjin piştî vê Hesam ji mal diçe û piştî heft salan ew vedigere û pora wî hemî spî bûye.

Sipan ŞÎNDA

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !