Eşîra Bacelanî

Bacelanî an Bacilan êleka li herêmên Behdînan, Gûran û Lekistan e. Bacelanî bi kevneşopî li dedora Xaneqîn, Qesrî Şirîn û hinek ji wan jî li Mûsilê di nava Şebekan de dijîn.

Navê Bacelanî bi kurdî tê wateya cîhê, warê bazan.

Ji devoka êla bacelan re, bacelanî tê gotin. Gorî gelek zimannasan, ev xwêdî zaraveyeke serbixwe ne. Gelekê dişibe şebekî û kendûlî.

Bacelaniyên li Lekistan bi Lekî an jî Lurî diaxivin. Bacelan li hin herêman sunî, li hinekan jî şiî an jî yarsanî ne. Herwiha bacelanên li Gûran hemû sunî ne, ên li behdînan şebekî û becwanî, mezhebeke xulatî ya şiîtiye dihebînin.

Şaxên Bacelanan li Gûran û Behdinan

  • Cûmur
  • Qazanoxlî
  • Şîravend
  • Hajîler Ẍeribavend
  • Dendavend

Belê şaxeke Bacelanan di sedsala 17’emîn de li Lekistanê (Luristan û Hamedanê) hatiye bicîhkirin. Li Lekistan êla Bacelan yek ji êlên herî giring e. Di nava eşîrên Bacelan de yên Lurî û Lekî axiv hene.

Eşîrên Bacelanî li Lekistanê

  • Segvend
  • Dêlvend
  • Yarihmedî
  • Rivan
  • Qeydrihmedî

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !