Eşîra Ertoşiyan ji 12 baban pêk tê. Yek ji wan Gewdan in. Gewdan li Başûrê Kurdistanê bi navê Gawda navdar e. Ev eşîr li Başûrê Kurdistanêli Zaxo û Duhok û Semel û li bajarên Şirnex, Wan û Colemêrgê dijîn. Nifûsa wan gelek zêde ye.
Eşîra Gewdan ji 4 bavikên girik û ji 7 bavikên hûrik pêk tê. Bavikên mezin Mala Xazî, Mala Azimşêrî, Mala Mistefa, Mala Bahremê ne.
Bavikên hûrik jî Mala Şahoyî, Mala Çempîrî, Mala Mahmud (Tivori), Mala Velî, Mala Qilîca, Mala Semirî û Mala Mamoyî ne.
- Mala Xazî
- Mala Şahbaz
- Mala Hacî
- Mala Osman
- Mala Azimşêrî
- Mala Mistefa
- Mala Bahremê
- Mala Micolî / Samirî
- Mala Qilîça
- Mala Kulîlan
- Mala Tivorî
- Mala Çempîrî
- Mala Mamoyî
- Mala Şahoyî an Şaoyî
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com