Eşîra Dorika (Dorikan, Dorekan, Dorek) yek ji eşîrên herî kevin û mezin e di Kurdistanê de.
Nevîyên Mîr Dorik Xanê Bedlîsê ne. Mîr Dorek, mezinekî rojkiyan bû û apê Şerefxanê Bedlîsê bû.
Serokê Eşîra Dorika, ji Malbata Abbas in, li Gundê Dugirê ne.
Bêtir ji 140 Gundên Eşîra Dorika di herçar perçên Kurdistanê de hene.
Herêm û Gundên Eşîra Dorika li Bakure Kurdistanê li Heskîf, Midyadê, Mêrdînê, Êlihê, Nisêbînê, Amedê û Mêrsînê; li Rojava (Cizîrê); li Başur (Mouzul û Şengale) û le Rojhilat (le Mehabadê û li çiyayê Zagrosê ) hene.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com