Kamiran Elî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21’ê tebaxa 1895‘an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943‘an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Xatirxwaziya Memî
Mem got, dê kerem ke ezbenî tu
Dêka min î tu, ne bay î wek dû
Qedrê te erê gelek giran e
Mem qedrê dêya gelek dizane
Ser pêsîr û sîng û paşila te
Germî kê dida, tinê dilê te?
Dadê tu yî tu, tu dadika min
Destê te hejand mehdika min
Alos î erê, erê tu dê yî
Fêkê te me, ez tu dar û ra yî
Dadê megirî xwedê piyar e
Lawê te ye Mem ji dê re yar e
Mak î erê tu, tu yî dilovan
Lingê te de Mem peşîb e, qurban
Iznê bide min ko dilbirîn im
Dadê ji te re keça te bînim.
Dilkoçerê
çavên te xweş heşîn in
çima bi xem bi şîn in
Dengê te nerm zelal e
Biken` bibêj` menale!
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng
Delala min tu naz î
Dengşîrîn î bi saz î
Bi çavên te dinê geş
Sînga te gul, gulîreş
Rêl ez im, tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng
Tu aheng î b`lûr î
Tu alûs î bi nûr î
Ez dil im tu germî yî
Xurt ez im, tu nermî yî
Rêl ez im, tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng
Ez Gulan im tu gul î
Tu ahengê bilbil î
Ez birîn im, tu derman
Ez Qurban im ez heyran
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng
Deşta dil de ask tu î
Hişê min re bask tu î
çavên te xweş heşîn in
çima bi xem bi şîn in?
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng
Salên te hê ne hejde
Di refê spehiyan de
Dotmîr î, bûyî serek
Xulamê te me bê şek
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê bi nav û deng
Tu dotmîr î û mîr î
şehyane yî bi jîr î
Dengê te nerm zelal e
Biken` bibêj menale!
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê bi nav û deng.
Heyv û Stêr
Îşev şev e, bi şev e
Dê digirî tirba xwe ve
Heyiv derket stêrka xwe ve
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im
Erdê xwe re ez heyran im
Birîndar û bêderman im
Ji kurdan re ez qurban im
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im
Bêxweyî me ez tinê me
Yek ji camerên dinê me
Ji bêbextî ez ketî me
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im
Îşev şev e şev bi şev e
Bavê min tê gora xwe ve
Heyiv derket stêrka xwe ve
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im.
Kulîlkên Ezêb
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Hevîna te kûr e, hêviya dinê
Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb
çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb
Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da
çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mehfura mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand.
Strana Çiyayekî
Hişê min aza ye, dilê min bê bend
Minet min navê qet min nedît merbend
Bagir, bandev û berf, çiya, kaş, pal, zinar
Ew heval û hogir in, bi min dost û yar
Wek rûhiyê aza me, wek reng û deng
Min minet nexwest, lora ez mam dereng
Qertel û baz hem, li ser berf û çiya
Stêr kulîlkên min in bi mêrg û giya
Xwedê rastî ye ho… Heqê min Xwedê
Heqê min delal e wek bav, bira û dê
Bagir, bandev û berf, çiya, kaş, pal, zinar
Ew heval û hogir in, bi min dost û yar .
Welatê Kurdan
Ji Zîn û Mem
Dicle û Ferat û ava Xabûr
Dengîn.. di ser dinê de meşhûr
Firdews e diyarê ap û xwaian
Axa wê nivîna bav û kalan
Ser Bozêrewan û zînê xweşreng
Mem lez dibezî ser ewr û ser meng
Bajar û gund qesr û burcan
Gî dilxweşî ne bi şewq û şadan
Ava ye bi reng û dewlemend e
Ser erd û dinê jî bêmenend e
Her cih bi eşîr û kaniyên çak
Hêlîna welat û şadiyek` pak
îlon, Tebax, Tîrmeh, Adar
Nîsan û Gulan û cot û bazar
Her rûj û heftî hêv û salan
Dîroka welat e rûpelên wan
Bav û kur û keç û mam û pismam
Pismam mirin di şopa dotmam
Kurdmanc teva mirovên hev bûn
Yek jî ne cuda hemî jî tev bûn
Cotkar û şivan bi ken kirin şor
Ser mêrg û zewî û solinê sor
Parone û ga û golikên reş
Gamêş û medek gedek hemî geş
Hogeç û bizin û berx û nogen
Wek av û co sipî û rewşen
Cih cih bi bihuşt zmanê kurdî
Cih cih bi meqam û zarê kurdî
Ava ye welatê kurd û kurdan
Gencîne ye Zîn û çavê Alan.
Strana Dilan
Lêvên te du pêt in
çavên te stêr
Diranên te mirarî
Dilê te dêr
Ava bi ronahî
Wek Zerdeşt î
Dinê û ezman î
Mêrg û deşt î
Sor î rohelat î
Deng û nay î
Buhar û blûr î
Brûsk û ba yî
Porên te zêr û zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û şîv
Taûsê arper î
Kenîna bûk
Bikene dimirin
Bakur û pûk
Tu ewrên ezman î
Tu keskesor
Li ber lamên te lez
Dimire sor…
Tijî hêvîn tu î
Hesret jî tu
Zana û ferzane
şîret jî tu
çûkeke delal î
Dengekî çak
Kaniya zelal î
Wek berf î, pak
Xwesteka min tu î
Strana min î
Mêkewa min tu î
şivanê min î
Xezala min tu î
çavên te reş
Ez beranê te me
Sînga min geş
Pêşnivêjê te me
Tu mizgeft î
Dilê min ezman e
Tê de stêr î
Di çavê roj û hêv
Ronahî tu
Li qesra spehiyan
Avahî tu
Sînga te çiya ye
Tu agir î
Li buhiştê hêvîn
Pêxember î
Bêkes im û tinê
û bê dotmam
Di vê dinyayê de
Bê govend mam
Kulîlka Adar î
Bihna buhar î
Tu deng û hawar î
Stêra êvar î
Pêşnivêjê te me
Tu mizgeft î
Dilê min ezman e
Tê de stêrk î
Porên te zêr û zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û şîv.
Hişyarî
Ne ceng û şer, şeva tarî, ne mêranî, ne Kurdistan
Dilê min zexm û nêrîn e bila her cih be goristan
Ne ma govend, ne ma zurne, ne ahenga dilê xortan
Keser û giş kul û nale, bi xem mehdik bi xem Botan
Ji hêlkê ax û hawar e, ji hêlkê xwîn û kortal e
Ji hêlkê laşê xortan in, ji hêlkê dengê qertal e
Ji hêlkê zaroyên sêwî, ji hêlkê jin û jinûbî ne
Ji hêlkê sed birîndar in tu kes naye û nabîne
Hevalê bûk û destgirtî ne ma qesr e ne ma hêwan
Hevalê jin û dê êdî şeva tarî û goristan
Ne ma Ewrex, ne ma Dêrgul ne man dengbêjê Kurdistan
Ne ma bexçe ne ma sosin ne ma mamiz ne ma zozan
Ji hêlkê laşê zaroyan ji hêlkê destgirtî
Kuro rabe, bi camêrî çima nayî çima sist î!
Hevalê hev bibin êdî hevalên hev birayên hev
Hemî mêr in hemî kurd in hemî yek dev
Ne botî me, ne xerzî me xulamê axa Kurdistan
Ne mîr im ez ne axa me peyayê dewleta kurdan
Welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î
Tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î
Buhişta erd û ezman î çiraya dil tu î armanc
Hemî dîl in xulamên te heçî kurd in heçî kurdmanc
Bilind î tu welatê min, welatê bav û kalên pak
Tu xweşbihn î tu xweşreng î tu xweşdeng î welatê çak
Bi gul û rez bi deşt û gir bi qesr û burc tu ava yî
Tu sîng û pêsîra mak î tu î mehdik û ewra yî
Welatê min biken êdî hemû kurmanc ji xew rabûn
Bi rûyê te, bi çavê te dilê kurmanc hemî şa bûn
Ciwan in lav û dîlên te bi hevîn dil gelek xurt e
Rêya me dûr û dijwar e bi hêvî rê gelek kurt e
Tu rêber be tu fermanber em in leşker em in esker
Xudanê evd û îman in bi izna Yezd û pêxember
Ji bo me roj û hêv êdî çira ne pêt û ronahî
Qirênê kurd û Kurdistan bi zanîn e bi avahî
Xweyî dîrok xweyî esl in me da zanîn me da Zerdeşt
Welatê kurd gulistan e, gulistan in evî û deşt
Welatê min, welatê xweş, welatê pak Kurdistan
Tu hêlîna ciwan û xort tu î gewher li Xuristan
Dinê geş bû û talî geş û tirb û gorn ji dil şa bûn
Welatê min biken êdî, hemî kurmanc ji xew rabûn.
Gulê
Ne tîr û ne xencer bû
Ne mar û ne ejder bû
Bihna Gulê ez kuştim
Ne şûr û ne şeşder bû
Ne kanî ne robar e
Dinê êvar û sar e
Rûyê Gulê ez kuştim
Erd evraz e û xwar e
Dinê bêdeng û zer bû
û tirba min li der bû
çavên Gulê ez kuştim
Ne êriş bû ne şer bû
çiya berf û dûman e
Gul û sosin ne mane
RengêGulê ez kuştim
Yê dimire beran e
Gulê bêdil û bêcan
Gulê hakim û sultan
Sînga Gulê ez kuştim
Gulê rovî û şeytan
Gulê bêdeng û bênaz
Gulê bêkîr û awaz
Dengê Gulê ez kuştim
Gulê govend Gulê saz.
Birîn
-şêr bi lepê xwe-
Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî
Ne gul û ne kulîlk man
Ne parîz û gulistan
Ne dengê xweş ne meqam
Pêve j`ah û intiqam
çavên bûkan b`hêstir in
Kund digirîn distirên
Ne pez mane ne şivan
Ne blûr û blûrvan
Gelî, çiya guwah in
Ne xulam in ne şah in
Deşt û newal bi xwîn in
Dîroka me dixwînin
Rêl û dehlik bûne zer
Zêvî bûk in kezîzer
Xwelî bûne xerabe
Yezdanê me de rabe
Bi camêrî nikarin
Bi bêbextî dikarin
Em jî ker in û kor in
Ji pira wan diborin
Ne qesr ma ne serban
Ne mîrek ma ne siltan
Ne saxî ma ne mirin
Hîmê me jî dibirin
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
û aheke rizî ma
Gulistan bû kevristan
Ber çavên Kurdistan
Arîkarê me nîne
Hêvî! çirakê bîne!
çavê Binefş heşîn e
Sosin jî ket, bişîn e
Ne giya ma ne rêhan
Li parîzê Kurdistan
Ne ma lê lê ne lo lo
Qirik, kund, gur û eylo
Dikenin xudan saz in
Kezeba me dixwazin
Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî
Hawar çû û hêstir ma
Nijdî mir û hêştir ma
Mamik kur û dirêj e
(şêr b`lepê xwe) dibêje.
Welat û Dilê Min
Ev çend sal in dilê min qet ne geş e
Dinê tarî, dinê êvar û reş e
Dilê min qet, ne ava bû ne bû geş
Buhara min, pehîza min hemî reş
Di çolê de, di deştê de tinê me
Qey rondik im; qey ez şîna dinê me
Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye
Min çi kir ko dinê li piin tarî ye
Min çi kir ko zaroyên min mirine
û ronahî ji çavên min birine
Bê xanî me bê tilik im; bê welat
Her ji min re maya bêbext rohelat
Min bûk ne dît, zaro ne dît ne dît al
Porên min gewr e pîr bûme, bûme kal
Welatê min biken, tiştkî bibêje
Lalbûna te çima hevqas dirêj e
çima hevqas; tu bêdeng î û bê nav
Bila bibin; goriyên te sih û tav
Welatê min biken biken megirî
Ji bîra te hêj derneket Agirî
Kemal Fewzî, Extî, Fiad ne mirin
Ji nû ve ew; rêya te de dimirin
Ji nû ve ew, ji tirbên xwe radibin
Ji nû ve ew, dimirin pê şa dibin
Sînga te de veşartî ne çend hezar
çend hezar jî bê gund mane bê bajar
çend hezar jî sêwî mane û bê mal
Text jî çû ye, bext jî çû ye ne ma al
Lê bawerî sist ne bûye nabe jar
Kelên te ne tev gundê me tev bajar
Kelên te ne sîngên kurd û kurdmancan
Mirin nîne bo giyanê ermancan
Bawerî qet mirin çi ye nizane
Jiyîna wê bêmirin e dizane
Ava bibî, serxwe bibî megirî
Ji bîra te hê derneket Agirî.
Yekbûn û Yekîtiya Kurdî
Ew Lor û Bextiyarî Baban
Kurdmanc û Hevreman û Zazan
Kurdên ji welatê Rom û Sorî
Kurdên Ecem û Iraq û Sûrî
Kurdên ji welatê jor û jêrîn
Serçav bilind û zexm û nêrîn
Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan
D`hêvî de yek in û yek di raman
Yekbext in hemû, ne bextiyar in
Ser erd û dinê, liyan û jar in
Zerdeşt bû melayê kevnê kurda
Qanon bû çiraya Zendavesta
Ew feisefeya qadîm û pir nûr
Zendî, zimanê kevn û meşhûr
Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeşt
Ruhnî ew e, ser çiyan û ser deşt
Her kat ji kitêba Zendavesta
Pêtek bû li dil, gurî di desta
Ristem ji me ye û şah Nadir
Siltan Selahadînê denggîr
Xanî û Melayê Batê, Teyran
Gî kurd in hemû, ji xwîna kurdan
Nabî ji me ye û şêx Ehmed
Hîmê me ye Zend û devvieta Med
Agrî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan
Kanî ne, ji wan vejîne xortan
Sinî, Elewî û Eyzedî çî?
Em bûne xulam û mane birçî!
Kurd in ne cuda ji dar û xa ne
Bin destê Xwedê û yek Xwedan e
Kurd in hemû em, ji yek nijad in
Tev dad û kerem û pak nihad m
Bextên me yek in, ne sê ne çar in
Em Kurd in û tev bira û yar in
Agrî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan
Kanî ne ji wan vejîne xortan
Sinî, Elewî û Eyzedî çi?
Em bûne xulam û mane birçî!
Zimanê Min
Kurdmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de, dê bi wê dinalê
Kurdmancî ye deng û pirsa pêşîn
Kurdmancî bê deng û pirsa paşîn
Sor, gewr û kesk bir rengê kurdî
Bi Kurdmancî, tinê, bi dengê kurdî
Bavê min û dadika sipîpor
Banî me dikin ji tariya gor
Kurdmancî zmanê bav û kal e
Tirba xwe de, dê bi wê dinale.
https://www.bernamegeh.org/2019/07/10/jiyana-kamuran-eli-bedirxan-kamuran-ali-bedirhanin-yasami/