Polat di sala 1956’an de li navçeya Licêya Amedê hatiye dinyayê. Ew berî sala 1980’yî çend caran ji aliyê dewletê ve hat girtin û dûv re jî hat berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade bibe, deh sal û nîv ceza xwariye.
Roja Evîndaran
Roja evîndaran pîroz be!
Bila roja we ya evîndaran
Bi qasî evîna we pak be
Bi qasî ruhê we zelal be
Bi qasî dilê we narîn be
Bi qasî bêrîyên we bi hêz be
Bi qasî hêvîyên we jîndar be
Evîn hesteke pîroz e
Tu qanûnekî nikare
Pêşî li evînê bigre
Tu kesek nikare, nehêle ku
Însan ji însaneke din hez bike
Xwezî bi wan yên ku dizanin hez bikin.
MIN JI BÎR NEKE
Ez te qet jibîr nakim
Te ruhê min bi evînê şad kir
Jiyana min berxwedar kir
Evînê jîyanê bi min xweş kir
Dibe ku roj bê û mirov jibîr bike
Halê însanîye, dikare jibîr bibe
Bîranînên mirov yên herî pîroz
Lê, ez te qet jibîr nakim
Xwezî tu jî min jibîr nekî
Tu her tim di xeyalên min de yî
Di şevên tarî de, di bîra min de yî
Xwezî tu jî min di xeyalên xwe de
Di şevên tarî de bi bîr bînî
Ez di şevên tarî de
Di ruhîyeta tenêtiyê de
Bi xeyalên te dijîm
Te difikirm
Tu jî di bêdengiya şevê de
Min jibîr neke
Ez di şevên tarî de
Li stêrkên ezman dinêrim
Rûyê te yê ken û çavên te yên reş
Dibînim
Dema tu li ezman binêrî
Min jibîr neke
Ez ji ber evînê
Dîn û har bum
Ketin kuçan
Bêmal bum
Tu bûyî xwedî mal
Min jibîr neke
Bi pêlavên qetandî
Ez ketim riyan
Li pey evîna xwe geriyam
Piştî bîst salan
Li welatê xwe vegeriyam
Tu evîndara min a welat
Min jibîr neke
Lîbasên xwe yên xweşik
Bilûza xwe ya sor
Rojeke ji bo min lixwe bike
Di sûka bajêr (Amedê) de bimeşe
Dema tu bi lîbasên spehî meşiyayî
Min jibîr neke
Ez bi êşa giran dinalim
Niha li ciheke dûrim
Hindik ma bême nêzîkê te
Bi hesreta dîtina te dinalim
Ez te qet jibîr nakim
Tu jî min jibîr neke
ŞEWATA DIL
Ji hesreta te
Demên xewa min
Perçe dibin
Ranazim
Dengê te
Dikeve guhê min
Laşê min dicirife
Ruhê min coş dibe
Dema ez bi te re diaxifim
Tûkê porê min radibe
Xweydan didim
Rûyê min sor dibe
Dema ez vedixwim
Lênêrîna çavên te
Tê ber çavên min
Ez serxweş dibim
Serxweşiya min
Bi rûkeniya te
Coş dibe
Ruhê min xweşhal dibe
Qedeha vexwarinê
Agirê evîna te
Ber dide laşê min
Dilê min dişewitîne
ÇAVÊN EVÎNDARA MIN
Çavên evîndara min
Reş û teqal e, efsûnîye
Dibiriqe, diçirise
Ronahîya dilê min e
Çavên evîndara min
Xezebveşartî ye
Dilê wê şewitîye
Ruhê wê qefaltîye
Çavên evîndara min
Çîrûske, ronahîye
Kulîlkên nûgîhayîye
Şoxûşengên dildarîye
Çavên evîndara min
Weke xezala qerecdaxîye
Gul û kulîlkên çîyayê sasonîye
Senfonîya hest û ruhê pîrozîye
DEMSALA BIHARÊ
Hemû demsalên salê xweş in
Demsala biharê ji hemûyan xweşiktir e
Xweza – natur – di demsala biharê de
Xwe dixemilîne, xweşik dike
Di demsala biharê de
Mejî xwe nû ve dîzayn dike
Ji nû ve jîndar dibe, diveje
Di demsala biharê de
Hêviyên nû derdikevin holê
Xeyalên nû di hiş û mejî de
Cih digrin
Di demsala biharê de
Çirîskên ronahîyê dibiriqin
AGIRÊ EVÎNÊ
Agirê evînê
Dil û kezeba min
Dişewitîne
Av vedixwim
Agir xar nabe
Bîra û şerab vedixwim
Agirê evînê dil û kezeba min
Hîn bêhtir dişewitîne
Ez bi meyê
Meyxweş û serxweş dibim
Digrîm, dizarim
Ji bo evîna xwe dinalim
Ax û fîgan dikim
Ez çi dikim, nakim
Nikarim evîna xwe
Ji bîr bikim
Ez wê
Di dilê xwe de
Berşê didim
BEXTIYARÎ
Bextiyarî, bi hezkirê/a xwe re parvekirin e
Heger tu dixwazî bextiyar bibî
Hezkireke bibîne ku tu pê re parve bikî
Ji bo her însanî, bextiyarî cuda ye
Hinek însan bi tiştên biçûk bextiyar dibin
Ji bo hinekan xweşiyên jiyanê bextiyarî ye
Ji bo min vegera welat û dîtina dê û bav
Xweşk û bira, nas û dost, heval û hogir
Bajar û navçe, çiya û zozan, çem û kanî
Kulîlk û stêrên welatê min, bextiyariye
Ez ê bextiyariya xwe bi evîndara xwe re
Di bajarê welatê xwe de parve bikim
HINGIVA LÊVÊN TE
Tehma hingiva lêvên te
Hêj jî di devên min de ye
Bêhna gula dilê te
Hêj jî di porên min de ye
Tîrêjên ronahiya çavên te
Hêj jî di çavên min de ye
Nalîna birîna dilê te
Hêj jî kezeba min dişewitîne
Derd û kul û kederên te
Hêj jî di ruhê min de
Xemgîniyê pêk tîne
BIRÎNDARÊ EVÎNÊ
Evîn platonîk e
Anku yekalî ye
Evîn yekalî dest pê dike
Yekalî dijî, yekalî têk diçe
Evîna min platonîk bû
Hestê min ê yekalî bû
Ez bi tena serê xwe
Evîna xwe dijiyam
Di evîna platonîk de
Dibe ku alî din
Bi evîna te nizanibe
Lê tu dizanî ku tu evîndarî
Tu ji ber sedemên evînê
Bişevan bê xew dimînî
Nerehet û bêhizûr dibî
Tu evîndara xwe difikirî
Tu bi xeyalên evînê
Rojan, mehan, salan û
Demsalan dibuhirînî
Jiyana xwe diherimînî
Tu bi tenêyî
Ruhê te
Bi evîna te re
Digere
Tu bêriya evîndarê/a xwe dikî
Bêku ew bi hesreta te zanibe
Evînê ruhê te êsîr kiriye
Dilê te mohr kiriye
Tu bi halê xwe
Digrî, diqehirî
Çavên te kor bûne
Ji xeynê evînê tiştek nabîne
Tu bi tenêtiya xwe
Şaş û ecêb dimînî
Tu fêrê tenêtiyê dibî
Lê nikarî evînê ji bîr bikî
Tu bixwazî jî
Nikarî çavên xweş
Bejna xezala narîn
Ji bîr bikî
Dewlemendiya te
Evîna dilê te
Coşiya ruhê te
Xewn û xeyalên te ne
Tu êşa evînê dikşînî
Lê ji bo evînê poşman ninî
Evîna te têk jî biçe
Tu li pey tişteke din naçî
Evîna te ya platonîk
Bûye perçeke ruhê te
Bûye birîna dilê te
Bûye hêviya pêşeroja te
Dema evîna te têk diçe
Can û ruhê te diêşe
Ji dil û kezeba te xwîn tê
Tu dibî birîndarê evînê
PÎROZIYA RUH
Evîn erotîk e
Erotîzm û seks ne yek e
Seks pêwîstiya laş e
Erotîzm xweşiya ruh e
Evîn û şadimanî, pevşabûn e
Biriqandina jiyanê ye
Di hest û ruhê mirov de
Jîndar dibe
Evîn û şadimaniya evîndaran
Pîroziya hest û ruhê wan e
EFSÛNA EVÎNÊ
Evîn bi tu pîvanî nayê pîvandin
Evîn bi tu gotinan nayê tarîfkirin
Evîn bi tu şiklê nayê ravekirin
Evîn rewşeke efsûnî ye
Evîn êşeke efsûnî ye
Êşa hest û ruhî ye
Evîn rastiyeke derûnî ye
Evîn ronahiya mirovî ye
Di evînê de nîvcotî tune
Dem û wext û zeman sirî ye
Evîndar dibine bêtirs
Ruhê wan dibe gerdûnî
Lêbelê ruhê wî/wê bi tenê ye
Ruhê evîndaran li hevûdu digere
Bê xewn dibin, ranazin
Hevûdu difikirin
Evîn fenomeneke kevnare ye
Ferîbendeke efsanewî ye
Efsûna hest û ruhî ye
Sancîya dil û kezebê ye
Carna mirov bê hêvî dibe,
Xwedê mirov bê hêvî neke
Mirov nikare evîna xwe bide kesekî
Nikare derd û kulê xwe ji herkesî re bibêje
Carna mirov dixwaze here ber deryayê
Temaşe bike û evîndara/ê xwe bifikire
Pêlên bahrê berbimirov ve tê
Herweke ku bi mirov re biaxife
WEK HUNGIVÊ
Min ew dît û eciband
Ez jê xweşhal im
Dilê min pê re
Şadimanî xwest
Min wê ramîsa
Bi ramîsana min
Ew bû weka stêrê
Çirisî, gulveda
Min lêvên wê
Ramîsa û misand
Şiliya lêvên wê
Weke hungivê şêrîn bû
Pevşabûna min û wê
Şadimaniya hest û ruh
Xweşiya bi dil û can
Ji bo me bû keyf û zewq
JI BO ÎNSAN Û CIVAKÊ
Yê ku qîmet û rûmet bide însan
Qîmet û rûmet dide civakê jî
Însan li pêşberê civakê û
Civak li pêşberê însan
Berpirsiyar e
Yê ku ji însan û civakê
Hez bike
Ji welatê xwe jî hez dike
Însan bê welat
Welat bê însan
Nabe
Ji bo însanan helbest dinivîsim
Stranên mirovî û civakî distrînim
Di helbest û stranan de
Peyvên xweşik yên hilbijartî
Bi nexşên rengîn dihonînim
Helbest û stranên evînî
Ji bo însan û civakê
Pêşkêş dikim
Ji bo armanca
Afirandina însanên nûjen
AMEDA RENGÎN
Ameda rengîn
Tu dilê welatê min
Rengê civaka min
Hebûna welatê min î
Dengbêjên welatê min
Li ser azameta te
Klam û stran dibêjin
Pîroziya te tînin zimên
Ameda rengîn
Şêx Seîdê nemir
Di hemêza te de
Razaye
Navên te û wî
Di dilê gelê kurd de
Cih girtiye
Hûn nayên jibîr kirin
CENETA CÎHANÊ
Li welatê min
Çiyayên bilind
Zozanên honik
Zîyaretgehên pîroz
Pir û qesrên dîrokî
Darîstanên pezkuvî
Baxçeyên cenetî
Hene.
Li welatê min
Jinên bedew
Keçên xezal
Xortên çeleng
Mêrên mêrxas
Hene.
Li welatê min
Comerdî, mêvanperwerî
Têkiliyên dostanî
Hevaltiyên biratî
Piştgirî û alîkarî
Hene.
Li welatê min
Gelek tişt hene
Lêbelê,
Welatê min
Rizgar nîn e
Gelê min
Azad nîn e
Azadî û demokrasî
Şêweya jiyanê ye
Ew jî li welatê min
Tune.
Heger ew jî hebana
Dê welatê min
Ceneta cîhanê bana.
CEWHERA GERDÛNÊ
Evîna min û te
Di cewhera gerdûnê de
Nemir e
Tu evîna min î
Hesreta dilê min î
Min di germîya rojê de
Di honikîya şevên xalî de
Ji te hez kir
TEVLIHEVIYEK
Însan hebûna xwezayê
Temen diyariya jiyanê
Evîn ferîbenda giyanê
Kulîlk bêhna biharê
Stêrk ronahiya asûmanê
Ez bengînê bajarê wanê
Evîndarê amedê
Biyaniyê rojhilatê
Bi ruhê tevlihev
Helbestên tevlihev
Dinivîsim
KURDISTAN IM
Ez Kurdistan im
Dayika niştîman im
Xaka kurdan im
Axa bi ber im
Warê mêrxasan im
Welatê çîyan im
Xwedî deşt û zozanan im
Bi kul û keder im
Bi qehr û kîn im
Xwedî dîroka qedîm im
Navenda rojhilat im
Serçavîya Dîjle û Ferat im
Diya Gilgamêş û Nemrûd im
Cih û warê serhildana Şêx Seîd im
Ez Kurdistan im
Welatê rojê me
Evîndarê evînê me
Bingehê şarezayîyê me
Îlhama Zerdeştîyê me
Parêzgerê azadîyê me
Dildarê demokrasîyê me
EVÎN JI DIL NAYÊ AVÊTIN
Evîndara min, delala ber dilê min,
ronahiya çavên min, dermanê birîna min,
sedemê êşa min, xewn û xeyalên ruhê min,
kulîlka nav dilê min, stêrka şevên min,
Ez daxwazek ji te dikim, şanseke bide min.
Xwezî ez bikaribama min hestên xwe yên ruhî li pêşberê te qal bikira.
Tu zanî ez ji te hez dikim û ji bo vê evîna xwe gelek êş dikşînim.
Di êşa ji bo evînê de xweşî û pîrozî heye.
Ez vê pîroziyê dibînim û vê xweşiyê dijîm.
Gelo ez ji te re behsa êşa xwe ya evînê bikim, tuyê min fêm bikî?
Tuyê zanibî ku ji bo ez ji te hez dikim
min hertim êş kişand û ev êşa min ji hemû cure êşan başqetir e.
Ax, ez ê vê êşa xwe bi kîjan peyvan bi çi gotinan ji te re rave bikim…..
Belkî tu bawer nekî, lê bi bawerî tehma êşa evînê ji min re şêrîn tê.
Ez zanim ku li vê cîhanê tu tişt bi qasê te li min şêrîn nayê.
Hezkirin, evîndarî anku gihîştina radeya evîndariyê nabe nesîbê herkesî
û zû bi zû kes nikare bibe evîndar.
Ez mirovekî bextiyarim ku gihîştim radeya evîndariyê
û hest û ruhê min bi evîna te coş bû.
Dîsa bawer bike, bi qasê ku ez ji te hez dikim,
ez nizanim tu jî ji min hez dikî yan na?
Erê, ez hîs dikim ku tu jî ji min hez dikî,
lêbelê ez bi dilê te nizanim.
Ez bi dilê xwe zanim.
Min te kiriye nav dilê xwe û te di dilê xwe de verşêdaye.
Evîna min evîneke platonîk be jî, xem nîn e.
Ez ji te hez dikim ev ji bo min bes e.
Gelo ez ê bigîşim miradê xwe yan na?
Ez vê nizanim. Lê, ez zanim ku evîndar nagîşin miradê xwe.
Gula min, kulîlka ber dilê min, stêra hest û ruhê min,
ez fêr bûme bi êşa evînê re bijîm.
Ji xwe ji bo min jiyana bê êş û bê evîn manedar nîn e.
Mirov ji jiyanê gelek tişt fêr dibe.
Yên ku evîndarin hîn pirtir tişt fêr dibin.
Di ser fêrbûna hemû tiştan de
ew fêrê kişandina derd û kulan, êş û keleman dibin.
Nalîna dilê wan erd û ezman dihejîne.
Di jiyanê de başî û xirabî hene.
Di jiyana însan de gelek tişt têne serê mirov.
Lê, tiştê herî zor dema mirov pê dihese ku evîndara mirov dane yekî din.
Ew dem dinya mirov xirab dibe, mirov qehr dibe.
Lêbelê mirov çiqas biqehere jî, çiqas bi hêrs bibe jî
dîsa jî nikare ji evîndara xwe nefret bike.
Evîndar bi dilê xwe nikarin û lewre jî
nikarin evîndara/ê xwe ji dilê xwe bavêjin.
Evîn ji dil nayê avêtin.
Xwezî li dinê –cîhanê- evîndar qet ji hev nebana.
Xwezî ew hertim bi hevre bijiyana.
Delala min, bê te jiyandin min diqehirîne.
Ez te nabînim û ez bêhnteng dibim.
Dema ez li cem te bim, şad û bextiyarim.
Were şanseke bide min û min bi tenê nehêle.
Nefesa xwe bi nefesa min, dilê xwe bi dilê min,
hest û ruhê xwe bi hest û ruhê min re bike yek.
Were em pîroziya bi hevûdu re jiyandinê bijîn.
Tu nizanibî jî, vê bizanibe min hertim ji te hez kir û ez ê her ji te hez bikim.
Ez ê her dem şadî û bextiyariya te daxwaz bikim.
Ji bo tu jiyaneke bi hizûr bidomînî çi ji destê min bê, ez ê pêk bînim.
Ez ê gotarên xwe yên wêjeyî û helbestên xwe yên evînî ji bo te binivîsim.
Belê, dîsa dibêjim, dubare dikim;
Tu nizanibî jî, vê bizanibe min hertim ji te hez kir û ez ê her ji te hez bikim.
Ew dibêjin….Û ez dibêjim
Ez wekî sîmyagerekî zêran
Li gotinên xweş geriyam
Min dît ku hemû gotinên xweş
Ji alî fîlozofan û helbestvanan ve hatine gotin.
Min hinek gotinan hilbijart
Bixwînin, belkî hûn jê siûdê werbigrin.
Dibêjin: “Mirovên birçî zû tê xapandin.”
Ez jî dibêjim: “Yên birçî gunehên civakê ne.”
Dibêjin: “Yê li xwarê be, ji ketinê natirse.”
Ez jî dibêjim: “Yê xwe bilind bibîne, dê bikeve.”
Dibêjin: “Ser mecbûr e xwe ji mêşan biparêze.”
Ez jî dibêjim: “Berhemkarê edebiyatê mecbûr e xwe ji rexnekujan biparêze.”
Dibêjin: “Hindik fêm kirin ji çewt fêmkirinê baştir e.”
Ez jî dibêjim: “Hinek rexnegir hindik jî fêm nakin.”
Dibêjin: “Destpêkirin, nîvê qedandinê ye.”
Ez jî dibêjim: “Yê ku dest pê neke, nikare tu tiştek bike.”
Dibêjin: “Ez zanim ku nizanim, lewre ji yên din bieqiltir im.”
Ez jî dibêjim: “Xwezî herkes bizanîba ku nizane, dê herkes bieqil ba.”
Dibêjin: “Nezanîn eyb nîn e, nefêrbûn eyb e.”
Ez jî dibêjim: “Yên nezan xwe zana dihesibînin û şerm jî nakin.”
Dibêjin: “Bihêlin bila adalet bi cih bibe, dixwazî qiyamet rabibe.”
Ez jî dibêjim: “Nahêlin ku adalet bi cih bibe, lewre jî qiyamet ranabe.”
Dibêjin: “Neheqîya li kesekî, neheqîya li hemû civakê ye.”
Ez jî dibêjim: “Neheqî li kesan tê kirin, lê civak li wan xwedî dernakeve.”
Dibêjin: “Însanên bieqil napeyivin, dipirsin.”
Ez jî dibêjim: “Însanên dîn tim dipeyivin, tiştek napirsin.”
Dibêjin: “Hemû zilûm ji qelsiyê dertê.”
Ez jî dibêjim: “Hemû diktator qels in û tirsonek in.”
Dibêjin: “Hinek insan cesûr in.”
Ez jî dibêjim: “Însanên cesûr bawermend in û zana ne.“
Dibêjin: “Ji têkçûnê ders derxistin, serketin e.“
Ez jî dibêjim: “Kurd ji têkçûnan ders dernaxin, lewre bi ser nakevin.“
Dibêjin: “Ji yê ku naxwaze bibîne kortir tune.“
Ez jî dibêjim: “Hinek kovar û rojnameyên kurdan berhemên kurdî nadin danasîn û naxwazin bibînin, lewre jî korên herî kor in.“
Dibêjin: “Dirûstî siyaseta herî baş e.“
Ez jî dibêjim: “Hinek siyasetmedar nedirûstiyê ji siyasetê fêr bûn.”
Dibêjin: “Herdem parêstvanê rastiyê be.“
Ez jî dibêjim: “Parêstvanên rastiyê ji nav civakê dikin der.”
Dibêjin: “Rindî di çavên yê dibînê de ye.“
Ez jî dibêjim: “Çavên kor rindîyê nabîne.”
Dibêjin: “kurdekî gotiye “kemalîzm şoreşgêrî ye.“
Ez jî dibêjim: “kurdekî gotiye “kemalîzm şovenî ye, faşîzm e.“
Dibêjin: “Dostê însan yê herî baş zahmetî ye.“
Ez jî dibêjim: “Zahmetî insan jîr dike, lewre jî dostekî baş e.”
Dibêjin: “Dostanîya baş ya bêhesab e.“
Ez jî dibêjim: “Bêhesabbûnî di nav evîndaran de heye.”
Dibêjin: “Yên baş bê dijmin nabin.“
Ez jî dibêjim: “Dijminên başan tev xirab in.”
Dibêjin: “Heger tu nizanî başîtî bikî, qet nebe xirabî jî neke.“
Ez jî dibêjim: “Yên başîtîyê nizanin, xirabîyê baş dizanin.”
Dibêjin: “Heger însan di xwe de hizûrê nebîne, bila li derûdor lê negere.“
Ez jî dibêjim: “Hizûra hundirê mirov şewqa xwe dide derûdorê jî.”
Dibêjin: “Dil bi çi tije be, ji dev jî ew derdikeve.“
Ez jî dibêjim: “Helbestên evînî ji dil derdikeve.”
Dibêjin: “Pirtûk jî wekî dost in.“
Ez jî dibêjim: “Dostên min yên herî baş pirtûk in.”
Dibêjin: “Her însan wekî pirtûkek e.“
Ez jî dibêjim: “Serpêhatî û serborîya her însanî dikare bibe pirtûkek.”
Dibêjin: ”Yekî şîyar ji hezar razayan bi hêztir e.”
Ez jî dibêjim: “Rewşenbîr ji tevayê civakê bihêztir in.”
Dibêjin: ”Ji bo binivîsî, dive bizanibî bifikirî.”
Ez jî dibêjim: “Hinek cahilên edebiyatê nizanin bifikirin, lê dinivîsin.”
Dibêjin: ”Hinek heq nakin, lê pesnê wan tê kirin.”
Ez jî dibêjim: “Yên ku pesin heq dikin, nayên pesin kirin.”
Dibêjin: ”Ji yê ku ji te hez neke, tu jî jê hez neke.”
Ez jî dibêjim: “Heger mirov evîndar be, evîndara/ê mirov ji mirov hez neke jî, dive mirov jê hez bike. Heger evîndara mirov nebe Leyla, dive mirov bibe mecnûn. ”
https://www.bernamegeh.org/2019/08/01/jiyana-lokman-polat/