Pertew Begê Hekarî

Helbestên Pertew Begê Hekarî

Pertew Begê Hekarî (z. 1777 li Colemêrgê − m. 1841), helbestvan û nivîskar ê kurd e. Pertew Begê Hekarî li bajarê Hekariyê ji dayik bûye. Di nav prens û zarokên Mirekên Hekariyê de, zarokatiya xwe derbas kiriye.

Ecêb Aşufte û Heyran e Pertew

Ecêb aşufte û heyran e Pertew
Mîsalê bilbilê baxan e Pertew
Li şem` a `arîzan heta sehergeh
Wekî perwane bêtaban e Pertew
Nizanim ez tilisma sihra işqê
Wekî Mecnûn bêsaman e Pertew.


Lazim Li Me Werda Zeban

Lazim li me werda zeban
(Subhane la `îlme lena)
Wî daye me dersa ezel
çêkir ji me ra erd û sema

Canê heqîqî afirand
Pê libsê mecazî sewirand
şewqek ji nîvê satîrand
Alem bi wê kir mubtela

çûn can û soret cismek in
Maşûq û aşiq îsmek in
Her yek mecazê îsmek in
Ew ibtidata û inteha

Ayîneyê husnê nîhand
Paşî xwe batin tê numand
Mala mi lewma satîmand
Bi wê resm û ayîneya weha

Gotin bi wê zulfa çu hey
Bi qewlê Xweda yê ferd û hey
Bûne ji qetîlanê te hey
Ba rizq û fîrdewsê `ela

Geh naz û gahî îşweker
Geh remz û gahî cilweker
Geh xemzegahê pêşweker
Her yek ji yek dîger `ela

Pertew wekî şemsa wî dî
Tîz ma xwe da şem `a wî dî
Canmestê der `ezma wî dî
Perwanewar û zeresa.


Ger Bibînim

Ger bibînim bilbilan nale û efxan dikim
Seyr bikim (e)ger gulan çakê girîban dikim

Lutfeke canan me dî li yek nihanî gelek
Xewfa reqîban heye lew ku weh penhan dikim

`Eqil ji Pertew reva dilbenge kir(e) birîn
şib(h)ê tebîbek nezan hatime derman bikim.


Ser Wê Azad

Ser wê azad û qed eşnayî te yeksan e li min
Sibhî halê me serê zilfê perîşan e li min

Ew qeder cewr û cefa û stem dîtin e min
Dize yek lûtfê te qîmet bi dused can e li min

Derheqî min te wekî nîne serî rehma kerem
Ji lebê le’lê dur û yek te ehsan e li min

Sebir û seman û sekûn pir li me dijwar e gelek
Ecel û merg û mirin haleteke asan e li min

Ger çi min nîne li nik te qedrê mû di qedir
Bendeyê xakî, diret mislî Sileman e bi min

Ji xetê hizretê min dîdey can rewşen bû

çi hedê Pertewê yara wê bende bibet
Nakim û malikê rûxan sekî cananê bi min.


Ji Nû Dil Suhtî

Ji nû dil suhtî huba mahîsîma
Qet nabêjit, halê te çî ye bîma?

şua` û Pertewê da heftê iqlîm
Ji şems û afîtaba rûyê zîba

Li min kun kir ceger tîra evînê
“Exusnî ya xiyasî ya kerîma”

Gelek mest û mîşeweş kirme îro
Niyaz û avîran û xemz û îma

Qeder dê min ji îşqa yarê dîtî
Kirin `acîz du sed Luqman û Sîna

Dera rê lê nebînim can heyatê
çî lê kîm ger heyîn sed dîde-bîna

Tu Pertew derdê xem daîm nesîb î
Lemanan bêje carek ey dîlê ma.


Şibhî Husna Dîlberê

Şibhî husna dîlberê canî çû mehrûyan nebû
Remz û enîn û ara mîslê cefacûyan nebû
Sêhr û efsunê di çavan resmê cadûyan nebû
Zulm û ew cewr û setem teşbîhê bedxûyan nebû
çîn bi çînin zulfê di mîşkîn hewce ebrûyan nebû

Xwînxwer û xwûnrêj û xwûnê qatil e ew mehleka
Meyxwir û mexmûr û mest e serxweşa can ez feda
şehsiwarê sir û kêr e seydê bendî merheba
Sed wekî min fîl û aslan kirne zindana bela
şubhê şêrê dil kesek ma seyda humanan nebû

Gulîzar û gulrex û gulçehre û gulpîrehen
Sîmîsaq û sînesîm û sîmber û sîmînbeden
Xunçepustan, xunçeleb, xwe xunçe û xunçedehen
Tensemen arîdsemen sertabiya siyasemen
Ev letafet ev nezaket qet çû dilcûyên nebû

Çûye geştê dilbera min wê derengî bû nehat
Qet ji Yûsiv bo dîlê Yaqûb min yek bû nehat
Kuştim ez vê intizarê ew meha mehrû nehat
Yek îşaretek nekir ku bo min ra jî ebrû nehat
Kafir e bêrehm û îman lewme bedgoyan nebû

Bo ebîr û enber e ya bo binefş û bo gul e
Afîtab e mahîtab e şemseya mehra dil e
Gujdîm e ya `eqreb e dûvînk e yane kakul e
Eşbeq e yane agir e yane belayek muşkîl e
Yane terzek taze ye sîma meyan muyan nebû

Aşiq e ya mest e Pertew dîn e ya dîwane ye
Teyhû ye ya qumrî ye ya bilbil û perwane ye
Ya xerdmend e qewî ya aqil û ferzane ye
Ya d nîva aşiqan Pertew dîn e ya dîwane ye
Lew ku mîslê wî kesek der kuçe û koyan nebû.

https://www.bernamegeh.org/2019/07/27/jiyana-pertew-bege-hekari/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !