Jîr Jan Amedî

Helbestên Jîr Jan Amedî

Di 11’ê Pûşpera 1971’ê de li Farqînê, li parêzgeha Amedê ji dayîk bûye.

Helbest

ev hesret min tî tîne
dişewitîne li ber tîna te
herçî dixwaze xwe bibîne
bi tenê
têne
xwe dispêrin dergaha te.


Çengek Ax

her kes di kozika xwe de
bi sibê ve mijûl e
roj li poxanan
kambax,
sitûxwar,
tirsonek û melûl e

kî çi dibêje bila bêje
rastî ev e
ya tazî şev e şev
ji aliyekî ve birînan dikewîne
ji aliyekî ve xewnan dixemilîne

di çavên min de
xew digewire
lê xemê diranê xwe tûj kirine
wê ji min diqewirîne

ax û çi ax
hezar ax nake çengek ax.


Dem

ey qibleya vê deryayê
rengê şînê
şêrîn û narîn

li pişta vê mija westiyayî
wenda yî

ji paceya min a kevnare xuyaye
mest dike bi firmêskan
vî ewrê reş û tarî
li ser vê gola gemarî

sedem çi ye nizanim
zêdeyî gewrê
ne tu dem e dem.


Evîndoş

Evîn bidoşe
ji dilê min
ê ku
li memikê jiyan
dimije
Jiyan bidoşe
ji çavê min
ê ku
ji roja cîhan
tîr tûje

Ronî bidoşe
ji temenê min
ê ku
li bajar sar
li çiya roje
Were bêrîvan
ger dest nedî min
hema îşev
di nava
awirên tûj de
min bikuje.


Kotan

ramanên rewa li ser pişta bîstikên rewan in
govanên hemû eyb û şermên min
newalên zilek û kadînên bêkulek in

konê mirtiban li keleka riya Bameydanê
ez şivanê karika hemdanî
di bin gefê pismamê min de
bazara ramûsana keçika kezîzer

nobedarê mala me,
kotan
seyekî sadiq û wefadar
li ber xaniyê bêderî brîndar e
goştê canê wî yê nazik û nermik
sar bûye bi serada çifteya serserî.


Kevana Şikestî

Kevana şikestî tîr berdaye dil
Ji bo çavê xezalek ser daye dil
Xwîna sor niqutî ji pelê gulê
Ji baskê xwe birîndar e bilbil

Bisk û xal ketine tayê li ber bayê
Ji awirên tûj xewa çû êdî nayê
Perişan û melûl e ji kulên gulê
Bi daxa dilê jar evîndar e bilbil

Tu barê xwe giran dikî bi vê hewayê
Mora Silêman û Xizneyên Bexdayê
Çol û çiya şîn bûne welat rêlên gulê
Li gulîstana bindest zarîndar e bilbil

Bilbilê azad im çi bikim bi text û serayê
Ev bêbext min dîn kir berdam dinyayê
Bûma pêtiyek biketima dilê gulê
Ji kezeba peritî diqîre, axîndar e bilbil.


Pepûk

kêra ko ye xerîbî li ser qirika min
ez ê bi kerba dengê şalûlan herim
di qulikên kûr û tarî de
bi jehra
mar û dûpişkan
bêxwedî bimirim

ev pepûk e
li ser kuleka bêdû
xerabmal im
zanim îro çokşikandî
belengaz û kal im
li ber dîwarê xerabe
piştxûz û bê mecal
lome nekin
îro ez bêhal û bêpergal im


Pîrsên Axretê

Pirsî: Kewser çi ye?
Min got: Xwêdana mabeyna cotmemikan e ku ji kelekela evînê diherike
Got: Ez behsa bihiştê dikim
Min got: Dilê min li ser singa te heye.


Şeva ristê

heyv ji hêviyê re biriqî îşev, ya banûya çavmey
hilmek nefesa te bikeve pişa mina sar û bêdey
ez hê serxweş û mest im, li cihê te ez lê hiştim
bibe moriya xewê, min razîne ez xwediyê şeva ristim

şeva rist min neçar xist nav destê jan û jaran
bawer bike mirov tu car nabe dostê neyaran
çi bikim ji dil, şelûfk e, ketiye destê xedaran
hestiyê min hêrandin van zaliman, ez kuştim

dilê min şelûfk e, nazik û pir narîn
deng neke, bêfeyde ye axin û jarîn
bes e dilê tenik, tu dikî hewar û zarîn
ez îro bêhevî me, ji xwe dest şûştim.


Xem Mexelîne Li Ser Xeyalên Min

xwedêgiravî
em hemû benîadem in

de werin ji min bipirsin
min çend lat û ûzza kuştin
û çend hêvî xav hiştin

her yek ji van zaliman
taxûtên xwe xistine paxilan

laşên wan
min daye ber teyran
li van çolan

pel bi pel şerm ji rûyê mirovan diçirin
li ser vê mêrga hêşîn
pêl bi pêl bi pê dikevin
feryad û fîxan û şîn

li ser pêplûkên derenceyeke derîzî
nigên min dilerizin
li payeya nikla pêdiviyê
bi Hisabê Ebcedê
jiyana bavê xwe dijmêrim

di dûkela kelekela dilekî germ de
dibim dilopeke krîstalî û dikelim
di asîmanekî çîk-sayî de
dikevim mabeyna ewrên du çavan
di navbera pênûs û kaxizê hevrîşim de dihelim

hêviya dinexşînim li ber vê taveheyvê
wek bizrê şadanekê hilû û ziwa

tu şahiyek di bîra min de nexuya
li benda çengek ax
û firek av im

her tişt di keviya mêjiyê min de dişemite
herfa dîdoka min lê bikeve dişewite

tiliyên newêrek di çavên koran de ne
cihê lepê min lê keve dikemite

piling bi tenê hildibezin?
nizanim
di navbera riya reş û qotê xwerû de
refek reşêle difirin

diranê min ên kursî jî êdî dikurisin
ev çi xem in
li ser xeyalên min di mexelin

xameyên kambax revandî ne
taqet ji tirsan re xwe ditewîne
bawerî li ber pirsên bêbersiv
çokên xwe dişikêne
her axînek lingekî dixirîne
aram birînên xwe dikewîne

aaax
mêrxasiya kalan e
belayan dixwurîne

ger vê şevê bikariba hema qasekê
baskekî bida min
ezê jî biketima nava refên van balindeyan
ezê jî li pey siya xwe
bi dûrî ve bifiriyama

xwe di kefiya vê lêvê de bipêçama
û di keviya vî çemî de biçûma
biçûma…

destê bavê min li pişta min e
li Binxetê
hezar sînor bikevin navbera me
dîsa li Binxetê
sed sal derbas bibin
dîsa jî li Binxetê

xwe dilibitîne
dibe – tîne
lê dawî nîne
her tişt mîna marê nîvkuştî
bêhal û bêpergal dimîne

mirin xwe dikuje
di mejiyê min ê har de
tepink xwînê dibarînin
li ser laşê min ê sar

bextê me reş hatiye nivisîn
erd nahezimîne
ezman me dixapîne

ji me re gavên lehzê vajî ne
axx
em ewqas ji hev veqetîne

benik gihiştiye movikê
tariyê xwe givaştiye ser me

me xem bar kir
êş bar kir
jan bar kir
jahr li ser me barî
dilo tu çiqas bi şewat û ar î

vê şevê ez diçim
xof dicemide li ber vî çemî
rêwiyê bêwariyê me
gema sibê di destê kê de ye
kî dizane?

di mejiyê min de xişexişa lodên pirsan e
loqên vala danoqê qirikê bûne

dixwazim xwe binoqînim deryayên zîvîn
tê de dîlîtiya gelekî bindest bifetisînim

wêran berik e di navbera birayan de
xwe bi asîmanê riziyayi ve pêçane
pir û pêbazan herifandine
pêbendê çokan qetiyane
rêça koviyan li ser şopa wan e

di kefa destê min de bêkesî xuya ye
yek li ezmên dinêre
ka xwediyê vê hilmê kî ye
yê din bi hesreta keziyê zer terikiye

li ser vê axê
dûxan şerm dike ji kiryarên xwe
û dihovîne
nalîna dayikan
di bêdengiyê de dilorîne

çiqas diçim kelewaca şevê zêde dibe
tirsa kame li çavên van tepavan dikeve
têhniyê
paniyeke kûr daxistiye van pawanan

çi bikim ji min dûr dikeve
sitêrka bakurî ji kurrîtî naxuye

nahewirin rawirên hinavên min
bi şûjinan demarên min dikolin

nêrenga risas berdane mêjiyê şevê
mişexureke bêdeng
di nêv dirûşma vê tariyê de heye
û şev ji vê razmendiyê razî ye

hêrs û kîna min nepixî ne
bi vê temeziya qirêjî
min nenixumîne şevê

kapê min diz didêrîne
mîr miriye vê şevê

qêrîn û hewarê ez gêj kirim
zirinca helandî berdin guhê min

hê kesî gotina xwe negotiye
karê kî xerabî ye
ka şevê nigê kî şikandiye?
barê giran li ser pişta wan
bi çaplûkan
xwe gihandine qadên bajaran
“dê weledê xwe diavêje”

destê xwe bavêjim dawa kê
pêsîra xwe diqetîne
û singa xwe bi sincên tûj diqusîne

mafir xew para xema ye îşev

qurtek qurî
qurbana qirika qurixê be
qurtekê berdim qirika xwe ya wahjî

ger xwediyê vê şevê tu bî
dizanim karê te nîne
dibe ku vê bêkesiya min a sêwî
bêxwedî nemîne

dizanim
tu xwe bi tirs û şermê min mijûl nakî

ger te bertîl bixwara
ji vî çemî bêtir xwîna me rijiya

li vî welatê rijî û tazî
bi tiqûtenê ez heme
ger deynekî te li ser me hebe
ez sermiyanê te me

ya manend û tîmsalê dadê
bi êgir neşewitîn ev Ekradê Qedîm
ma qey tu nizanî tu zimanê wan jê bikî
rondikên Brahîmî Firat e
wê gurtir bi ser te de biê

ey keyserê bêjeyên bijartiyan
xwediyê vê bêdengiyê bixwe qey ne tu yî

tiliya min
di çavên çavnebaran de qurufiye
dengê hebûna tunebûna xortekî ye
di nifirê dayîka wî de qumitiye

êş û kederê
pal dane serê
girtiye
deriyê şeveqê

dilê xam
di nava kulên xame de bê cîh û bê war in
her aliyê min çar par in
van xayînan goştê canê min xwarin

li dû qolinca xewnên bêxew
bêxem jar diarin

bêsûd bi parsekiya fireke jahrê ketime
bi ser êlinda berbanga xwe ve berdim

“piştî tengasiya
firehî ye”

ewê tarî bikeve sijda rojê
kî reng dabe vê demjimêrê
xwediyê vê nefesê ew bi xwe ye
ku li patika sitûyê min rûniştiye

hilme mîna xencerê tûj in
tîrên çavan weke şûr in
wêrekiya min dikujin

şev kor e
devejenga şevkoriyan e tê guhê min
seqî û xizmetkarê xerabiya ye tarî

ne cihê mêran e
ji dexes û newêrekan re war e taristan
di nixuman de disitirin xizan û nezan

perestgeha zanyariyê
germiya rastiyê ye

ey ronahî

rûyê xerabî û nezaniyê reş bike
tu yî mefera xelasiya me

hêvî hewce û siparteyên te ne

ji rêwiyan re helbestekê bi dest û pê bike

weke hewrikê nan bifirike sêniyê
di taseke sipî de heyv dibiriqe tariyê

dengê bilûra şivanekî tê ji dûriyê
di nava kulavê şivanê bê kerî de
wenda me

xwîna min
li çend peyvên kelegermî dikele

ev bêhna kevz û gulfê ye
berê min daye vê xwêdana eniya min
û ez dikşînim deryayên dagirker
li pişta dîroka xûz im

min diêşînin dayê
dilê xwe li ber bayê
ji hayê qetandiye û têm
ey ronahiya delal
bi hesreta te em lal man

ji bêdengiya van çiyayan bişiqite
bijangên xwe yên newaze
kil bike û xwe bixemlîne

vê şeveqê ji şivakê
xwe berde nava şikefta sar û tarî

fermo sifre xemiliye
û
qûtê vî êtîmî
qîma me he ye.

https://www.bernamegeh.org/2019/08/11/jiyana-jir-jan-amedi/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !