Sêîdê Îbo an Sehîdê Îbo an jî Seîdê Rizgo Îboyan, di 8’ê gulanê sala 1924’an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji dayik bûye, hebestvanekî kurd î welatparêz bû. Prof. Dr. Sêîdê Îbo kolêj û înstîtuta bijîşkiyê ya Yêrêvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971’ê de bû serokê …
Zêdetir BixwîneBlog Layout
Jiyana Rehîmê Qazî
Rehîmê Qazî nivîskar û akademîsyenê kurd. Di sala 1925an de li gundê Gwîgcelîyê ku bi ser Mukriyan ve ye hatiye dinê. Ji bo perwerdekirinê ji aliyê Komara Kurdistanê ve li Bakûyê tê hinartin[1] li wir li Zanîngeha Kirovê beşa dîrokê dixwîne. Di sala 1954an de teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed” dinivîsîne. Demekê li heman zanîngehê di beşa dîrokê de mamostetiyê dike. …
Zêdetir BixwîneJiyana Kemal Badilli
Kemal Badilli siyasetmedar û zimannasek Kurd e ku di sala 1923yan de li bajarê Ruhayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Ruhayê lîseyê jî li Stenbolê Qabataşê dixwîne paşê dîsa li Stenbolê Fakûlteya dadî ya zankoya Stenbolê diqedîne û dibe parêzer. Di hilbijartinên sala 1961ê de ji partiya Tirkiyeya …
Zêdetir BixwîneJiyana Îbrahîm Ehmed
Îbrahîm Ehmed (bi tîpguherîna îngilîzî ji alfabeya erebî: Ibrahim Ahmad; z. 6’ê adara 1914’an, li Silêmaniyê – m. 8’ê nîsana 2000’î li London, Brîtanya), siyasetvan û nivîskarekî kurd bû. Ew pêşî di PDK’ê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên YNK’ê. Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê Janî Gel e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê Jana Gel li kurmancî jî …
Zêdetir BixwîneJiyana Şêx Eskerî
Şêx Mihemed Eskerî (1898-1952) helbestvan û nivîskarekî kurd e. Ew di sala 1316 an (1898/99) de li gundê Axtepe ji dayîk bûye û di sala 1952 an de çûye ber dilovaniya Xwedê, li gundê Çolê jî di wargeya xwe ya timî de veşartî ye. Şêx Mihemed Eskerî, kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye û …
Zêdetir BixwîneJiyana Şêx Mihemed Can
Şêx Muhemmed Can (1858-1910) fiqihzan, hedîsvan û mentiqvanekî kurd e.[1] Di 13ê meha şe´bana 1274ên (dike 1858-59ê Mîladî) Koçê de li Axtepeya girêdayê bi qeza Çinarê ve (Amed) hatiye dinyayê û di heştê Sibata 1325ên Romî de (21ê Adara 1909-10) jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Şêx Muhemmed Can Axtepî kurê Şêx Hesenê Nûranî ye, diya wî Şerîfe Xanim …
Zêdetir BixwîneJiyana Hesenê Qizilcî
Hesenê Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (1914-1985[1]), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê. Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de …
Zêdetir BixwîneJiyana Selahedîn Gumgum
Selahattin Gumgum (bilêvkirina bi kurdî: Selahedîn Gimgim), z. 1945) yek ji seyda û helbestvanê kurdî ye. Selahedîn Gumgum kesekî ji Mûşê ye. Ji Gimgim navê tirkî Varto yê ye.Di sala 1945an de, li navçeya Mûşê Gimgimê ji dayîk dibe. Di salên 1955-1965 de li navçeyên Mûşê: Milazgir û Kopê de, li bal seydayên wekî Seydayê Mele Sadiq, Seydayê Mele Îbrahîmê Xişîtan, Mele Zekiyê Gulçîmanê di medreseyan de …
Zêdetir BixwîneJiyana Fehmiyê Bîlal
Fehmiyê Bîlal (*1887 li Licê- 1967 li Amed) ji Amedê ye û di serhildana Şêx Seîd de wekî sekreter cihgirtiye. Nivîskar, siyasetmedar û têkoşerekî navdar ê Kurd e. Bi navê Fehmiyê Licî jî tê naskirin. Hêj di temenciwaniya xwe de helbestan dinivîsîne û tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Piştî têkçûna serhildanê derbazî binxetê dibe. Di avakirina Xoybûnê de roleke mezin …
Zêdetir BixwîneJiyana Dr. Fûad
Dr. Fûad (z. 1887 li Şamkuş a Amed − m. 17’ê avrêlê 1925, Deriyê Sêrê ya Amed) bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê yê dawiya Osmanîyan bû. Bi tevî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve li Amedê hatine darvekirin. Dr. Fûad ji navçeya Çêrmûg a Amedê ye û lawê Hecî Îbrahîm Beg e. Li Amedê bijîşkî dikiribûye. Bi têkçûna Osmaniyan, destpêkirina serhildanên Kurd re, ew jî wekî întellektûelekî wê demê …
Zêdetir Bixwîne