fehmiye lici

Jiyana Fehmiyê Bîlal

Fehmiyê Bîlal (*1887 li Licê- 1967 li Amed) ji Amedê ye û di serhildana Şêx Seîd de wekî sekreter cihgirtiye. Nivîskar, siyasetmedar û têkoşerekî navdar ê Kurd e. Bi navê Fehmiyê Licî jî tê naskirin. Hêj di temenciwaniya xwe de helbestan dinivîsîne û tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.

Piştî têkçûna serhildanê derbazî binxetê dibe. Di avakirina Xoybûnê de roleke mezin dileyîze. Ji ber ku Fransî dizanibû, têkiliya tevgerên Kurd bi Ewropa re hêsantir dikir. Berhemên LaFontaine werdigerand û bi xwe jî helbest dinivîsand. Mixabin pirraniya wan kete destê dewleta Tirk û hatin tunekirin. Herwekî arşîva Şêx Seîd jî.

Li ser derxistina efûyê ya dûgela Tirk û ji ber hinde nakokiyên di navbera damezrênerên Xoybûnê, biryar digire û vedigere Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk li ser soza xwe nasekine û wî digirin. Wî sirgûnê bajarê Ispartayê dikin. Li wir tendurustiya wî bi giran dijwar dibe û dewleta Tirk cezayê wî sist dike, vedigere Bakurê Kurdistanê. Li Darahênê, Xinûs û Amedê di nava xizaniyê de dijî û jiyana xwe ji destdide.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !