Jiyana Alan Botan

Alan Botan (z. 1960 li Botanê), hunermend û pêşmergeyekî kurd bû.

Alan Botan di sala 1960an de li Botanê ji dayik bû ye. Dema ew 6 salî bû binemala wî çû Başûrê Kurdistanê û li wê derê bi cîh bû. Di 9 salî wî de malbata wî li Başûr Rojavayê Kurdistanê bi cîh bû. Demê ew 21 salî bû di sala 1981ê li Başûrê Kurdistanê bû pêşmerge. Li şoreşê pir nexweş ket û xwendekarekî înglîz jêre operasyonek tibbî kir û ew ji mirinê rizgar kir.

Alan Botan di sala 1987’ê ji ber nexweşiya xwe li Kurdistanê ne ma û paşê li Swêdê bû penaber. Di salê 2000(?)’î de jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe.

Alan Botan her wiha Xwedî albumeke bi navê “Pêşmerge” ye. Ji bilî wê gelek stranê ku nivîsiye ji aliyê gelek hunermendan hatiye xwendin.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !