Jiyana Rûxweşê Zîvar

Rûxweşê Zîvar, bi her du şêweyên klasîk û nûjen helbestan dinivîse, bi dehan helbestên wî bûne stran. Hinek berhemên wî jî li benda çapkirinê ne. Ew niha li xerîbiyê ( li Danmark ) dijî.


Helbestvan û nivîskarê Kurd Fethî Mistefa Omer ku bêhtir bi navê Rûxweşê Zîvar tê naskirin, di sala 20.06.1963an de, li gundê Dargirê yê girêdayî Herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.


Ew xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe dike û piştre tevî malbata xwe diçe Helebê û di sala 1985an de li zanîngeha wê bawernameya xwe ya endazyariya çandiniyê werdigire û di eynî salê de jî dizewice û niha bavê 3 kur û keçekê ye.


Rûxweşê Zîvar yek ji avakerên Mîhrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê ye û herwiha hevrê û hevçaxê piraniya helbestvanên navdar yên Binxetê ye.
Wî di nava salên 80ê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir û rastî zehmetiyên berçav hat di wê çaxê de.


Du dîwanên Rûxweşê Zîvar yên çapkirî hene, ya yekem bi navnîşana Goristana Bê Gor , ew di sala 1991an de bi piştgiriya KOMA XANÎ ya çand û toreyê ji hêla weşanvan Hoşeng Kurdaxî ve li Beyrûtê hatiye çapkirin û ya diduyan jî bi navnîşana Xewnên Tazî di sala 2003yan de ji hêla Yekîtiya nivîskarên kurd tayê Dihokê ve, li Dihokê hatiye çapkirin.


Rûxweşê Zîvar herwiha endamê Koma Xanî ya Çand û Edebiyatê bû û di gelek çalakiyên wê de beşdarî kiriye.


Li bajarê Helebê û piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê ew di semînerên wêjeyî û êvare helbestan de amade bûye û di gelek pêşbaziyên helbestê de jî yek ji endamên komîteyên biryarder de bûye.


Lê xala herî girîng di jiyana edebî ya Rûxweşê Zîvar de ew e dema di nîveka salên 80ê de rastî Apo Osman Sebrî tê.


Herwisa jî Rûxweşê Zîvar ji hêla Yekîtiya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê ve ,bi xelata nivîskarê nemir Ebdelrehman Alûcî ya 2018an hatiye xelatkirin.


Ev bû bêtirî 30 salî ku Rûxweşê Zîvar bi zimanê kurdî dinivîse û gotar û nivîsên wî bi berdewamî cihê xwe di rojname û kovarên kurdî de digrin.
Rûxweşê Zîvar lêkolîneke bi navnîşana “Kurd û Bingehên Hişyariya Netewî ” nivîsiye û ew lêkolîn di destpêka sala 2020an ji hela weşanxaneya SerSera de li Berlînê hatiye çapkirin û belavkirin.
Rûxweşê Zîvar niha jî dîwana xwe ya sêyemîn amede kiriye û çapxaneya AVA soz daye ku wê çap bike.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !