Arif Sevinç, di sala 1959an de li Agirê, bajarokê Bazîdê hatîye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li Bazîdê kuta kirîye. Dibistana amadeyî li bajarê Qeyserî kuta kir. Di eynî demê de dest bi wênekarîyê dike. Li eynî dibistanê yekem pêşengeha xwe lidar dixe. Di destpêkê de bi pênûsa reş kar kirîye.
Di sala 1982an de li Amedê dest bi xwendina bilind a perwerdeyî dike. Di eynî salê de polîsên tirkan wî digirin. Piştî binçavkirin, lêpirsîn û bi mehan îşkencê, wî teslîmî zîndana Amedê ya 5 Nemro dikin. Çar salan di zîndana leşkerî ya Amedê de dimîne. Ew metod, zilm û zordarî û wahşeta zîndana Amedê ya Nemro 5 dibe para hunermendê me jî. Zîndana Leşkerî ya Amedê dibe beşek ji jîyana hunermendê hêja.
Di havîna 1986an de ji zîndanê derdikeve. Pêvajoka xwe ya binçavkirinê, lêpirsînê û salên zîndanê derbasî ser tuwalê dike. Lêxistin, sahneyên îşkenceyên zîndanê tesîrek mezin li ser hunermendê me çêdike û yek bi yek di serê xwe de qeyd dike. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, derbasî ser tuwalê dike van wêneyan yek bi yek. Ev şaheserên wênekarê me dibin belgeyên zor û zilma zîndana Leşkerî ya Amedê Nemro 5!
Di sala 1987an de, li salona Weqfa Yekitîya Mulkîyelîyan û Komela Mafê Mirova ya Edenê, bi navê “Xebera Te Heye Dîwarê bikevir” pêşengeha xwe lidardixe. Ji derveyê vê her sal beşdarî pêşengeha Weqfa Mafê Mirova a cûre cûre dibe.
Di 2008an da li Swîsre û Elmanyayê, di 2009an da li Amedê û berdewam li Stenbolê pêşengeh vekirine.
Di warê neqş, Afîş û pîlankirina qapaxên pirtûkan de karê xwe berdewam dimeşîne.