Husên Arif

Jiyana Husên Arif

Husên Arif (*1926 li Silêmaniyê) çîroknivîsekî kurd e.

Husên Arif di sala 1926an de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê. Wî li Bexdayê hiqûq xwend û bû avûkat. Ew îro yek ji çîroknivîsên başûr yê bijarte tê hesêb. Digel nivîskariya xwe ew di kovar û rojnameyên bi navê Roşinbîrî nû, Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de jî xebitî ye. Husên Arif di sala 1957an de bi çîroka xwe Çaya sêrîn xelata kovara Safaq ya çîrokê wergirt. Heta niha bi çendan kitêbên Husên Arif yên kurteçîrokan û romanên wî hatine weşandin. Wekî din wî li ser prosaya kurdî xebateke girîng û bingehîn kiriye.

Husên Arifê ku kitêba Machiavelli »Mîr« jî wergerandiye kurdî, niha li başûrê Kurdistanê dijî.

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !