Azad Ekkaş

Jiyana Azad Ekkaş

 

Navê wî yê fermî Azad Akkash e. Helbestvan, nivîskar û wergêr Azad  di 7ê nîsana 1983yan de li Helebê hat dinê. Malbata wî ji gundên Qermîleq û Marata yên Efrînê ne. Wî zarokatiya xwe ya pêşîn li Heleb, bajar û gundewara Efrînê, Meskene, û Welatên Cezaîr û Lîbyayê borand. Di sala 2010an de ji Sûriyê û Rojava derketiye. Ji hingî ve jiyanê ew bir welat û bajarên cuda, Hewlêr, Stenbol, Frankfurt, Berlîn û giravên Yewnanistanê.Azad nivîs û wergerên xwe bi Kurmancî, Erebî û Ingilîzî dike.

Di nava salên 2004-2006an de, bi herdu kodnavên Ronî Alend û Vîndar Tolhildêr di desteya edîtor ya Kovara Hizira Ciwanan de xebitî. Heya niha bêtirî 70 belgefîlmên dirêj (zanistî, belgeyî, geştiyarî, jiyana kovî…) ji bo dublajê wergerandine Kurdiya kurmancî.

Ji xeynî helbestên wî, wergerên gotar, helbest û çîrokên cur bi cur nava zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî li gelek kovar û malperên Kurdî hatine weşandin, weke: Kovara W, Kovara Çirûsk, Rê, Heterotopia, Hizira Ciwanan, Kovara Rojava… hwd.

– Çend helbestên wî bi zimanê Îspanî û çîrokeke wî (Meyremkî) bi zimanê Almanî hatine weşandin.

Pirtûk:

– Azad Ekkaş, Li Siya Kezîyan Haya Maçan ji Min nîne, Çapxaneya Sersera Berlîn 2020.

Werger:

– Mihemed Hemû, Kenê girînokî, Kuteçîrok

– Beşa Kurdî û Erebî ya pirtûka:

Schmidinger, T. (2016). Rojava. (A. Akkash, A. Tanil-Unanzan, L. Torossian, & J. Mirza, Trans.) Wien: Mandekbaum.

– Yannîs Rîtsos, Erotîka, helbest (li ber çapê ye).

– Derek Walcott, Şaqaviyên Sipî (li ber çapê ye).

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !