Bahadîn Robar

Jiyana Bahadîn Robar

Ew di sala 1977’an de li gundê Robarê ya girêdayî Cizîrê ji dayîk dibe. Di 6 saliya xwe de bavê wî koça dawî dike. Di sala 1986’an di nehsaliya xwe de ji bo dibistanê ji gund diçe Cizîrê li mala meta xwe û li wir dest bi dibistana seretayî dike. Di sala 1989’an de ji ber sedemên tundiyê malbata wî ji gund koçî Cizîrê dike. Di sala 1994’an de careke din neçar dimînin ku ji Cizîrê koç bikin û biçin Antalyayê. Piştî 4 salên li xerîbiyê ew dîsa vedigerin Cizîrê. Di sala 2007’an de ji ber sedemên siyasî te girtin û 8 mehan li zindanê dimîne.

Di sala 2008’an de dest bi xebatên li ser Zimanê kurdî dike û di 2009’an de ew şaxa komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Cizîrê vedikin û ew weke serokê Komeleyê tê hilbijartin. Di sala 2011’an de dema ku ew serokê komeleyê bû careke din ji ber sedemên siyasî tê girtin û sê sal û nîvan di zindana Amedê de dimîne. Ew di tevahiya jiyana xwe de nêzî 30 caran ji ber sedemên siyasî hatiye binçavkirin û ji dehan zêdetir doz lê hatine vekirin û hê jî hin ji wan dozan hinek berdewam dikin. 2015’an dema ji zindanê derdikeve piştî demek kin şerê di bajaran de mala wî tê şewitandin û hilweşandin.

Ew di hilbijartina Parlamenteriyê ya sala 2018’an de ji HDP’ê dibe namzetê parlamenteriyê yê Aydinê bes mafê parlamenteriyê bi dest naxe. Ew bi rojnameya Welat dest bi xwendin û nivîsandina kurdî Dike. Di kovara Hawara Botan , kovara W û di Rojnameya Azadiya Welat de gelek nivîs, gotar û helbestên wî hatine weşandin. Di gelek mîhrîcan, kartêgerî û di roj û mijarên taybet de weke panelîst û axaftvan beşdarî kiriye. Li Cizîra Botan dijî û ew niha rêveberê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye û her wiha endam û mamosteyê Zimanê Kurdî yê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek e. Heta niha çar berhemên wî hatine çapkirin.

BERHEM:

-Cizre’de Sensiz, Helbest,1999 Mendeş yayınları

-Ferhenga Botan, ferheng, 2013 – weşanên j&j

-Dilopek ji Dîroka Zimanê Kurdî, lêkolîn, 2017 waşenên j&j

-Birca Belek, helbest 2020 weşanên Ar

-Xebateke wî jî li ser “Ferhenga Kulîlkan” a bi “kurdî-tirkî-Latînî” heye.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !