A. Bedir

Jiyana A. Bedir

A.Bedir, di sala 1981’an de li Geliyê Zîlanê ya navçeya Erdîşê ku girêdayî bajarê Wanê ye ji diya xwe dibe. Zankoya Stenbolê beşa derûnasî/psîkolojiyê xwendiye. Fotrafkêşê profesyonel e û li ser nirxandina sînema û hunerê dixebite. Sparteka xwe ya Zanîngeha Stembolê li ser F. Nietzsche nivîsiye. (1)
Avakarê Edebiyata Dengbêjesk e. Bi stîla dengbêjan helbest û romanan dinivîse, edebiyateke bi navê ‘Wêjeya Dengbêjesk’ ava kiriye. Bi vê stîlê pirtûka Xemzêm û Warê Firaran nivîsandiye. (2)

Ev bizav bi Ferhenga xwe a bi navê ‘Bizava Dengbêjesk’ nivîsîye. Ev ferheng bi alîyê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê jê hatîye xwastin. (Ji ber ku ev ferheng di ferhengên weşandî da tuneye.)

Helbestên wî yên li ser feysbûkê yên bi Tirkî bi daxwaza weşanxaneya Tilkî Yayinlari û keda helbestkar Yelda Karataş pirtûka bi navê Heba Mezadı’ jî hatiye weşandin. Lê belê, piştî vê pirtûkê, A. Bedir, bi Tirkî nenivîsiye.

BERHEM:

-Heba Mezadı, Helbest, Bi Tirkî, Weşanên Tilki, 2014
-Xemzêm, Helbest, Weşanên JJ, 2016
-Warê Firaran, Roman, Weşanên Lîs, 2020

ÇAVKANÎ:

1- https://abdurrahmanbedirblog.wordpress.com/psikanalizpsikoloji/

2-https://ku.m.wikipedia.org/wiki/A._Bedir

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !