Jiyana Bawer Rûken

Jiyana Bawer Rûken

Di sala 1985’an de li gundê Hajîlera Hewag a Rihayê ji dayik bûye. Zanîngeha Mêrsînê Beşa Fakulteya Perwerdeyîyê kuta kiriye. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Beşa Kurdolojiyê ya bitez  de xwend; lê bêyî ku berdewam bike nîvco hişt.

Hîn ciwan bû dest bi nivîsandina Kurdî kir. Cerîbînên wî ên edebî di navbera salên 2009-2011 de ji rojnemaya Azadiya Welat derçûn; çîrokên wî ên yekemîn jî di kovarên Çirûsk û Tîrojê de weşiyan. Di sala 2011’an de kitêba wî ya yekemîn a çîrokan Dojeha Veşartî weşiya. Di navbera salên 2011-2012an li Rihayê di radyo Netê de bernameya Destar a wêjeyî ya kurdî amade kir û pêşkêş kir. Di kadroya avakirina  kovarên Wêje û Rexne û Zarema de cih girt.

Di çîrok û romanên xwe de ligel ku tesîra ruhî ya şikestinên salên 90’î tê de xuya dike jî, bi riya karekterên xwe tenêtîya wan, dûrketina wan a ji civatê jî tê de cih digirin. Di metnên xwe de şikestinên zemên, îmkanên romana nû ya cerebînî, derfetên romana modern û postmodern jî bi teknîkên nû bikar tîne. Di kitêba xwe ya yekemîn a çîrokan Dojeha Veşartî (2011)de taybetî li ser bûhranên ciwanên nifşê nû, di romana xwe yekemîn Qalik (2014) de jî ku bi hawîyekî hostetî hatiye hûnandin de, li ser karekterên dercivat sekinîye

Rûken herwiha li ser roman û çîroka kurdî ya modern li Başur û Bakurê Kurdistanê tevli panel, civîn û konferansa jî bûye. Çîrokên wî li Tirkî hatin wergerandin.

Berhem:

Çîrok: Dojeha Veşartî (2011, Avesta)

Roman: Qalik (2014,Avesta)

Xelat:

Di sala 2010an de, di Pêşbaziya Çîrokan ya Huseyîn Çelebî de çîroka wî ya bi navê “Neftelîn” xelata yekemîn wergirt

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !