Jiyana Bedirxan Sindî

Bedirxan Sindî nivîskar, helbestvan û wêjevanek kurd e.

Di sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Ingilîstanê doktora wergirtiye.

Her ji sala 1960-ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.

Ev pirtûkên jêrî gehandîne çapê:

  • Civata kurdî di edebê wîda
  • Sadiq Behaeddîn Amêdî nivîskarekî kurd e, 1983
  • Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî
  • Zêmarên Çiyayî,hozan

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !