Bêwar Diyadînî nivîskarê kurd e.
Bêwar Diyadînî; (Mehmet Kemal Işik) Di sala 1947an de li Diyadîna Agiriyê hatiye dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de bavê xwe wenda dike û ji aliyê bamariyî ve tê mezinkirin.
Bamariyê wî wî dişîne dibistanê. Li Wanê dixwîne û dibe mamosteyê polê. Di dema 12 Îlonê de tê sirgunkirin. Di 16ê Adara 1981î de ji aliyê cuntayê ve tê girtin. Piştî wê wî surgûnê Konyayê dikin.
Di 10ê Sermaweza 1982yan de cara diduyan tê girtin. Ew li bajarên wekî Konya, Dîlok, Semsûrê mamostetiyê dike. Di sala 1997an de malnisîn bû. Piştî malnişîniyê dakete nav qada siyasete, bû endamê HADEPê. Şûn da dîsa vegeriya mamostetiyê û di sala 2004an da dîsa malnişîn bû. Ew zewiciye û bavê 5 keç û 2 lawan e. Xebatên wî yên berhevkariyê yên bi Kurdî û lêkolînên wî yên bi Tirkî hene.
Nivîs û helbest û gotarên wî di rojnameya Azadiya Welat, Kovara W û yd. de weşiyane. Di sala 1998an de ji aliyê polîsan va li Fatîha Stenbolê hat girtin. Dest dan ser berhemên wî. Lê wî xebatên xwe berdewam kir. Heta niha 2 berhemên wî çap bûne.
Berhem
- Çîrçîrokên Gelêrî (Rezber-2011), Weşanên J&J, Zargotin, ISBN 978-605-62251-2-3
- Gotinên Pêşiyan (Kewçêr-2011) Weşanên J&J, Ferheng, ISBN 978-605-62251-4-5