Bilind Mihemed di sala 1968’an de li Duhokê hatiye dinê. Ew helbestvan û rojnamevan e.
Wî ji rewşa aloza wî demî xwandina seretayî li çend cihên cuda cuda li seranserî parêzgehê biriye ser û navincî û amadeyî li Sêmêlê xwandiye. Peymangeha melbendî ya mamostayan li Duhokê bi dawî aniye.
Di sala 1985’an de bi destên rejîma be’s a ji navçûyî û bi egerên hindê ku peywendî digel rêkxistinên sîyasî hebûn hatiye girtin û bi 10 salan hatiye zindankirin û bo girtîgeha Ebuxirêbê li Bexdayê hatiye rewanekirin ku mehkumiya xwe li wê derê bibe ser.
Helbet di demê mana wî de li kunc û zindanên tarî ve ku bo demê salekê hatibû berzekirin û tu kesan deng û behsên wî nedizanîn, li demî ketibû jêr eşkence û azardaneke herî giran û bi êş.
Despêka wî ya nivîsînê ji qonaxa pêncê seretayî vedigere ku wî demî hinek reş nivîsên sade û pir zaroktî dinivîsandin û ji bo radyoya Bexdayêya pişka kurdî diweşandin. Ev name nivîsîne ji bo wî bibû rêkek ku helbestê di pişt re binivîsîne û êkemîn helbesta xwe jî li sala 1980’î weku sinêlekî ji evîna welatî pir helbesta xwe derêtiye.
Di sala 1989’an de wî li rojnameya Hewkarî yekemîn berhema xwe belav kiriye. Di sala 1992’an de ew bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê (Êketiya Nivîserên Kurd – Tayê Dihokê). Wî li derxistina kovara Tîroj beşdarî kiriye.
Ew nuha (2012) sernivîskarê kovara Nûbûn e û li rojnameya War jî kar dike.
Berhemên wî
- Şev û yadgar (helbest), 1996, bi tîpên latînî.
- Ji bîrhatinên Mela Qasimê Koçer, 1998.
- Cografiya guzerî, 2000, wergêran ji erebî.
- Semaya xokuştinê, 2001.
- Tiştên nemir (helbest), 2004.
- Sotingeh (roman), 2005. Ev roman bo erebî hat wergerandin.
- Işq li jêr pira Çînotê (helbest), 2006.
- Gilîzank (14 helbestên li kovara Nûbûn), 2005-2007.
- Bexçeyê awazan (helbest bo zarokan), 2007.
- Baloreyên mirî ( helbest) – li jêr çapê ye (2008).
Çavkanî
- Şev û yadgar, 1996.
- Nivîsêrên behremend, Çavdêr, 15 (2006).
- Nûbûn (kovar), 2005-2007.
- duhokwriters.net