Jiyana Davut Ozalp

Dawud Ozalp (bi tirkî: Davut Özalp) nivîskarek kurd e.

Ozalp di salên piştî 1975’an de, li navçeya Qelqelî (Özalp) ya Wanê hatiye dinê.

Ji sala 1993’an heta niha di nava kar û barê rojnamegeriyê de ye. Piştî salên 2000’î di rojnameya Azadiya Welat de karê edîtoriyê kiriye…

Bi damezrandina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re di vê ajansê de dest bi kar kiriye û berpirsiyariya beşa kurdî kiriye. Her wisa di 2007-2008’an de edîtoriya kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî ZENDê kiriye. Di malpera www.diyarname.com bi navê Dawud Rêbiwar quncik dinivîse. Her wisa xwediyê kovara Kürt Tarihi ye ku bi zimanê tirkî û kurdî li Tirkiyeyê tê weşandin.

Berhemên wî:

– Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, (Weşanên M, 2004)

– Duzimanî (Tevî Cemil Oguz, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

Wergerên Wî: – Ji bo kes û saziyên ku piştgirî, xizmet û alîkariyê didin mexdûrên koça mecbûrî RÊBERNAMEYA RÊNÎŞANDERIYÊ (TESEV)

– 33 Gule Dîroka di Şînê de, Günay Aslan, (Weşanên Avesta)

– Wijdana Anatoliyê/Anadolu Vicdanı, (Açık Toplum Vakfı)

– Kawayê Min/Benim Kawam (Tevî Dilawer Zeraq, Weşanên Evrenselê, adar 2012)

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !